Hewlêr (Rûdaw) - Li beravên rojhilatê Endonezyayê erdhejeke bi hêza 7,7 pileyan çêbû.
Li gorî amarên destpêkê, erdhejê zererên canî û madî çêkirine û bûye sedema koça bikom a xelkê herêmên beravê.
Demjimêr 05:58ê vê sibehê bi dema rojhilatê Endonezyayê (demjimêr 23:58ê şeva îniyê bi dema Hewlêrê) li beravên rojhilatê Endonezyayê erdhejeke bi hêza 7,7 pileyan çêbû.
Berdevkê Ajansa Rûdanên Nexwestî ya Endonezyayê Berton Suar Pelita Panjaitan ji Cakartayê ji rojnamegeran re ragihand ku heta niha mirina 5 kesan hatiye piştrastkirin.
Wî destnîşan kir ku tîm mijûlî komkirina agahiyên hûrtir in da ku amara dawî ya qurbaniyan û qebareya wêraniya avahiyan eşkere bikin.
Hişyariya tsunamiyê û valakirina herêman
Piştî erdheja ku navenda wê li beravên Girava Floresê bû, Ajansa Keşnasî û Jeofîzîkê ya Endonezyayê hişyariya tsunamiyê da.
Vê yekê wisa kir ku bi hezaran kes bi tirs û xof ber bi cihên bilind û giran ve birevin.
Berpirsekî Ajansa Niştimanî ya Rûbirûbûna Karesatan xwest ku şêniyên bakurê Floresê û giravên derdorê herêma beravî vala bikin.
Wî berpirsî ji xelkê xwest ku herî kêm 2 kîlometreyan ber bi nav bejahiyê ve biçin an jî derkevin ser girên ku bilindiya wan ji 10 metreyan zêdetir e.
Her çend paşê hişyarî hatibe rakirin jî pêlên deryayê di navbera 19 û 30 santîmetreyan de hatin tomarkirin.
Paşlerzên bihêz û rewşa nav bajaran
Li gorî rayedarên Amerîka û Endonezyayê, erdheja sereke di kûrahiyeke kêm de çêbûye û piştî wê çend paşlerzeyan herêm hejand.
Hat zanîn ku paşlerzeya herî bihêz 6,1 pile bûye.
Şêniyê bajarokê Maumereyê Lukas Lotar ku karmendê nexweşxaneyê ye, ji Ajansa France Presseyê (AFP) re axivî û got:
"Ji nişka ve her tiştî dest bi hejînê kir û ez ketim şokê.
Nexweş ji nexweşxaneyê reviyan derve çimkî lerzîn gelekî mezin bû û dîwar derizîbûn."
Şêniyekî din ê herêma Nagekeoyê Yohanes Babo jî behsa wê yekê kir ku dema erdhejê ew li bazarê bûye û xelk ber bi çiyayan ve direviyaye.
Endonezya ji ber cografyaya xwe û ketina ser "Xeleka Agir" a Okyanusa Pasîfîkê, yek ji wan welatan e ku herî zêde erdhej lê çêdibin.
Vê rûdanê dîroka tal a erdhejên ku gelek kes tê de mirine anî bîra xelkê.
Sala 2004an, li beravên Sumatrayê erdhejeke 9,1 pileyî çêbûbû û bûbû sedema tsunamiyekê.
Di wê karesatê de li herêmê 220 hezar kes miribûn ku 170 hezar ji wan tenê li Endonezyayê bûn.
Sala 2018an jî erdhejekê li Girava Lombokê zêdetirî 550 kes kuştibûn.
Niha rayedarên Endonezyayê asta ava deryayê dişopînin.
Her wiha ji bo dîtina qurbaniyên din di nav kavilên avahiyên rûxayî de lêgerînên wan berdewam dikin.



.webp&w=3840&q=75)