Hewlêr (Rûdaw) - Parzemîna Ewropayê di bin bandora pêleke germahiyê de ye ku bûye sedema mirina bi hezaran kesan û şewitîna rûberên berfireh ên daristanan.
Li gorî şopandinên Rûdawê yên ji bo amarên fermî yên tenduristî û keşnasiyê yên li Brîtanya, Fransa û Yekîtiya Ewropayê, rewş gihîştiye asteke metirsîdar.
Li gorî Saziya Çavdêriya Keşnasiyê ya Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re ragihand ku pileyên germahiyê li paytextên sereke yên Ewropayê astên rekor tomar kirin.
Li bajarê Parîsê pileya germahiyê gihîşt 34 pileyan ku ev yek li gorî navîniya salên borî ya heman rojê 11,5 pileyan bilindtir e.
Rewş li Almanya û Brîtanyayê jî bi heman rengî ye, li Berlînê pileya germahiyê 35 pile (12,7 pile ji navîniya asayî zêdetir) û li Londonê jî gihîşt 38 pileyên sîlsîyusê ku ev yek 7,7 pileyan ji salên borî bilindtir e.
Li Fransa û Brîtanyayê 9 hezar kes mirin
Bandora vê germahiyê ya li ser tenduristiya mirovan karesatbar bû.
Berpirsên tenduristiyê yên Fransayê ji Rûdawê re eşkere kir ku tenê îsal 6 hezar kes ji ber germahiyê mirine ku par hejmara miriyan 2 hezar kes bû.
Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Brîtanyayê ji Rûdawê re ragihand ku îsal 3 hezar welatiyên wan ji ber bilindbûna pileya germahiyê û bandorên wê yên tenduristiyê mirine.
Bilindbûna pileyên germahiyê û hişkesaliyê bû sedema derketina agirên mezin di daristanên parzemînê de.
Niha daristanên li welatên Almanya, Yunanistan, Îtalya, Holenda, Fransa û Xirwatistanê dişewitin.
Li gorî Saziya Jîngehê ya Yekîtiya Ewropayê, heta niha di nava vê salê de 490 hezar hektar daristan şewitîne ku ev rêje li gorî heman dema par ji sedî 13 zêdetir e.
Ev karesata jîngehê û keşnasiyê bû sedema bandoreke mezin a civakî jî.
Ji ber nêzîkbûna agirê li cihên niştecihbûnê û metirsiyên germahiyê, nêzîkî 325 hezar kes li herêmên cuda yên Ewropayê neçar man mal û milkên xwe biterikînin.
Li Fînlanda û Norwecê hewa hênik e
Saziya Çavdêriya Keşnasiyê ya Yekîtiya Ewropayê ji Rûdawê re ragihand ku Fînlanda û Norwec welatên Ewropayê ne ku pileya germahiyê li wan ji navîniya salên borî kêmtir e.
Li Helsînkiya paytexta Fînlandayê û Osloya paytexta Norwecê pileya germahiyê 13 pile bûn ku ev yek pileyek ji navîniya salên borî ya heman rojê kêmtir e.
Enstîtuya Tenduristiyê ya Fînlandayê ji Rûdawê re got:
"Vê havînê em rûbirûyî pêlên germahiyê nebûn.
Berovajî vê, havîna 2026an li Fînlandayê heta radeyekê hênik bû.
Loma metirsiyên tenduristiyê yên ji ber germahiyê di asta herî kêm de mane û pêdivî bi ti rêkarên neasayî çênebûne."



