Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Yekîtiya Ewropayê yê Enqereyê Marc Pierini, li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî ku gotibû, "Êdî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne armanca me ya sereke ye."
Marc Pierini navbera salên 2006 û 2011an Serokê Şandeya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bû.
Ew niha li Washingtonê di Weqfa Aştiya Navneteweyî ya Carnegieyê de lêkolerê payebilind e.
Pierini li ser daxuyaniyên Erdogan û têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a ANKAyê.
"Li gorî pergala birêvebiriya Tirkiyeyê ye"
Pierini destnîşan kir ku ev gotinên Erdogan li gorî pergala birêvebiriya Tirkiyeyê ne û got:
"Ev helwest, bi taybetiyên bingehîn ên birêvebiriya Tirkiyeyê û vebijêrkên wê yên siyaseta derve re digunce.
Bi taybetî jî bi lawazkirina serweriya hiqûqê û têkçûna nirxên hevpar ên di warê dad, civaka sivîl û medyayê de têkildar e."
Pierini li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Yekîtiya Ewropayê jî rawestiya.
Wî diyar kir ku ev nêzîkatî him bi pergala Tirkiyeyê him jî bi biryarên wê yên siyaseta derve re digunce.
Wî wekî mînak têkbirina hiqûqê, nemana nirxên hevpar ên dadgehan, civaka sivîl û medyayê nîşan dan.
Her wiha ferznekirina cezayan a li ser Rûsyayê û peymana parastinê ya sêalî ya bi Erebistana Siûdî re jî di vê çarçoveyê de nirxand.
Gelo Bruksel dê çawa pêşwazî bike?
Lê gelo dê ev helwest û vebijêrkên siyasî li Brukselê çawa werin pêşwazîkirin?
Pierini ev pirs wiha bersivand:
"Dibe ku Bruksel bi kêfxweşî vê guhertinê pêşwazî bike û wekî tevgereke zelal bibîne. Ji ber ku Tirkiyeyê bi salan digot armanca me ya herî mezin endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye lê di heman demê de ji prensîbên damezirêner ên yekîtiyê dûr diket.
Êdî ev nakokî rabûye. Bi vî awayî Yekîtiya Ewropayê jî ji prensîbên xwe yên demokratîk dûr nakeve."
Bipêşketina şerên herêmî
Her wiha li ser nêzîkbûna Tirkiyeyê ya bi rêxistina BRICSê û Peymana Mekkeyê re pirsek hat kirin.
Ji Pierini hat pirsîn, "Gelo hevsengiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê li dijî Rojava û ber bi Rojhilat ve xera bûye yan na?"
Pierini li ser vê mijarê jî got, "Diyar e Tirkiye dixwaze di siyaseta derve de mesafeya xwe ya bi Rojhilat û Rojava re wekî hev bigire.
Lê çawaniya rûdanên şerên li Ukrayna û Îranê, dê nîşan bide ka ev siyaseta Tirkiyeyê çi qasî pêkan e."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, 15ê Tebaxê di hevpeyvîneke televîzyona Al Jazeerayê de li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê axivîbû û gotibû:
"Ewropayê 53 sal in Tirkiye wernagirtiye û di pêvajoya pêş de jî naxwaze wergire. Lê me jî deriyê xwe negirtiye.
Em dîsa jî difikirin ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibin. Eger me qebûl bikin pir baş e, qebûl nekin jî dîsa baş e.
Lê êdî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne armanca me ya sereke ye. Em ji Yekîtiya Ewropayê re dibêjin, yên winda bikin hûn in, ne Tirkiye ye."



