New York (Rûdaw) - Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, nakokiyên navneteweyî yên li ser krîza Lîbyayê derketin asteke nû.
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî, bi awayekî nerasterast rexne li "rêyên paralel" û destpêşxeriyên Amerîkayê girtin.
Wê hişyarî da ku ev pêngav dibin sedema windakirina demê.
Gelê Lîbyayê li ser deryayeke petrolê dijî.
Lê ji ber mîrata 10 salên şerê navxweyî û destêwerdanên derve, xelk ji xizmetguzariyên herî seretayî yên wekî av, kareba û sotemeniyê bêpar maye.
"Jiyana li Lîbyayê gelekî zehmet e"
Pispora Kar û Barên Lîbyayê Nissa Bek li ser rewşê axivî û got
"Ez dixwazim qala wê yekê bikim ku îro jiyan li Lîbyayê çawa ye. Tu di nava havînê de bê elektrîk li malê rûdinî. Tu muslixa avê vedikî û nizanî dê av bê yan na."
Nissa Bek bi bîr anî ku Lîbya hilberînereke mezin a petrol û gazê ye lê xelk dîsa jî di rêza sotemeniyê de disekine.
Ev gotin roja sêşemê di civîna Konseya Ewlehiyê de hatin kirin.
Neteweyên Yekbûyî û Amerîka nakok in
Zêdetirî salekê ye ku Neteweyên Yekbûyî çareseriyek xistiye pêşiya Lîbyayiyan.
Lê demeke Amerîka hewl dide li derveyî vê rêxistinê krîzê çareser bike.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ji bo Lîbyayê Hanna Tetteh bêyî ku navê Washingtonê bîne rexne li vê destpêşxeriyê girtin û got:
"Avakirina rêyên paralel û destpêşxeriyan dikare bibe sedema windakirina demê. Em nikarin piştgiriyê bidin vê yekê."
Nûnera Amerîkayê bersiv da
Nûnera Amerîkayê Jennifer Loussteau bi awayekî nerasterast bersiv da û destkeftiyên Washingtonê yên li Lîbyayê rêz kirin.
Jennifer Loussteauyê li ser mijarê got, "Me meha tîrmehê berpirsên payebilind ên her du birêvebiriyan li Maltayê kom kirin da ku em wan bikin yek."
Wê anî zimên ku şandeyeke Kongresa Amerîkayê di destpêka vê havînê de çûye Lîbyayê.
Loussteauyê destnîşan kir ku serkirdeyên leşkerî yên Lîbyayê bi 3 pêngavên dîrokî û berbiçav pêbendbûna xwe ya ji bo yekbûna leşkerî nîşan daye.
"Bi Amerîkayê re di têkiliyê de ne"
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bersiva da pirsa Rûdawê û got:
"Divê hûn ji Amerîkayê bipirsin ka pêşniyara wan çi ye."
Dujarric diyar kir ku Plasschaert bi hemû aliyên sereke re, her wiha bi Amerîkayê re jî di têkiliyê de ye.
Şerê wekaletê û ajandayên derve
Balyozê Lîbyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Tahir Sunnî jî di civînê de axivî.
Tahir Sunnî bal kişand ser destêwerdanên derve û got, "Ev krîz ji bo şerê wekaletê û ajandayên diyarkirî hat bikaranîn û belge jî li ber çavan e."
Balyozê Lîbyayê da zanîn ku gelek welat di vê krîzê de beşdar in û daxwaz kir ku ew welat bibin hevparên navneteweyî yên erênî.
Lîbya xwediyê rezerva petrolê ya herî mezin a li Afrîkayê ye.
Sala 2011an Serhildana Bihara Ereban dawî li 42 salên desthilata Muamer Qedafî anî û ew jî hat kuştin.
Zêdetirî 10 salan e şerê navxweyî li wî welatî didome ku ji sedî 90ê niştecihên wî Misilmanên Sunî ne.

.webp&w=3840&q=75)
