Hewlêr (Rûdaw) - Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê ragihand ku çarenivîsa 36 koçberên ji Herêma Kurdistanê eşkere bûye û ew hatine dîtin.
Tê payîn ku ew koçber di demeke nêzîk de werin vegerandin.
Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê Ehmed Sehaf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku balyozxaneya wan bi hevahengiya rayedarên Lîbyayê çarenivîsa 36 koçberan eşkere kiriye.
Hat diyarkirin ku hemû koçber xelkê Herêma Kurdistanê ne û bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bûne.
Ehmed Sehaf amaje bi wê yekê kir ku ev koçber niha li navendeke koçberan a li rojhilatê Trablusa paytexta Lîbyayê tên ragirtin.
Hewl tên dayîn ku rêkarên vegerandina wan bi lez werin temamkirin ku di demeke nêzîk de werin vegerandin.
Li gorî gotina Karbirêkerê Balyozxaneya Îraqê, hevahengî ji bo wan hatiye kirin û hemûyan pêwendî bi malbatên xwe re daniye.
Ehmed Sehaf her wiha got, "Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê berê jî 352 koçber bi heman awayî vegerandine."
Sehaf ducare kir ku balyozxaneya wan ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo koçberan dixebite.
Di nav van alîkariyan de dabînkirina xizmetguzariyên bijîşkî û tedawî, her wiha dayîna derfetan a ji bo pêwendîkirina bi malbatên wan re hene.


.webp&w=3840&q=75)
