Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînor ê Kapîtan Andreevoyê yê Bulgaristanê di barhilgireke ku ji Tirkiyeyê hejîr dibirin Almanyayê de lêgerîn hat kirin û 45 demançe hatin dîtin.
Derket holê ku demançe di binê sindoqên hejîran de hatine veşartin.
Birêvebiriya Gumrikê ya Bulgaristanê ragihand ku li ser sînorê wan ê li gel Tirkiyeyê, wan di encama pişkinîna (kontrol) barhilgirekê de dest daniye ser 45 demançeyan.
Di daxuyaniya ku doh hatiye belavkirin de tê gotin, ev çek yekşema borî di nava barhilgirekê de hatine dîtin ku barê wê hejîr bû.
Li gorî belgeyên fermî yên bazirganiyê, ew barê hejîran bi armanca hinardekirinê (îxracat) ber bi Almanyayê ve diçû.
Ew çekên ku di binê sindoqên hejîran de hatibûn veşartin, li Deriyê Sînor ê Kapîtan Andreevoyê ketin destê hêzên gumrikê.
Ev deriyê ku hemberî Kapikuleyê ye, wekî "deriyê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve" tê zanîn.
Li gorî daxuyaniya birêvebiriyê, piştî analîzkirina metirsiyan, barhilgira navborî bi hûrgilî hatiye kontrolkirin.
Di pişkinîna bi rontgenê de, li hinek beşên barhilgirê rewşeke neasayî hatiye dîtin û di encama lêgerînê de eşkere bûye ku çek li wan deran hatine veşartin.
Li gorî amarên Birêvebiriya Gumrikê ya Bulgaristanê, di sê mehên dawî de li hemû deriyên sînor ên wî welatî hêzên ewlehiyê dest daniye ser hezar û 640 çekan.
Tê gotin ku ev hejmar, pênc caran ji hejmara giştî ya çekên şeş salên dawî zêdetir e.


