Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan gule berdan xortekî 14 salî.
Polîsan gotiye qey çeka lîstikê ya di destê wî de çeka rastîn e.
Polîsan eşkere kir ku tevî hişyariya "çekê deyne erdê" jî xortî çeka xwe bilind kiriye û berê çekê daye wan, ji ber vê yekê wan guleyek berdayê.
Malbata wî xortî jî îdia dike ku polîs rastiyê nabêjin û wî di dema bûyerê de gotiye "ev lîstik e" û çeka xwe avêtiye erdê.
Hat ragihandin ku Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bavyerayê li ser bikaranîna çekê lêkolînekê dike û Dozgeriya Munîhê jî lêpirsîn daye destpêkirin.
Gotin 20 salî ye lê derket holê ku 14 salî ye
Bûyer roja sêşemê li taxa Schwabingê ya Munîhê qewimî.
Di nûçeyên destpêkê de hatibû gotin ku polîsan gule li kesekî çekdar ê 20 salî reşandine lê paşê hat zanîn ku ew kes xortekî 14 salî yê ji Tirkiyeyê ye û bi giranî birîndar bûye û hatiye emeliyatkirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku çeka di destê wî de "tiştekî mîna çeka rastîn" bûye.
Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê, ew tiştê ku polîsan wekî "tiştekî mîna çeka rastîn" bi nav kiriye di rastiyê de çekeke lîstikê ye.
Ev çekên ku di lîstika Airsoftê de tên bikaranîn û morîkên plastîk ên 6 mîlîmetreyî diavêjin, ji aliyê dîtbarî û giraniyê ve gelekî dişibin çekên rastîn.
Hîn ne diyar e bê çima xortê 14 salî bi çeka lîstikê li kolanan digeriya lê belê guleberdana polîsan a li beşa jor a laşê wî û agahiyên cuda yên polîs û malbatê balê dikişînin.
Polîs çi dibêjin?
Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsan, roja sêşemê derdora saet 17:15an kesekî li nêzîkî rawestgeha Hohenzollernplatzê telefonî polîsan kiriye û gotiye kesek bi çekê digere û paşê li otobusekê siwar bûye.
Berdevk diyar kir ku li ser vê agahdarkirinê tîmeke polîsan a ji 80 kesî dest bi xebatê kiriye û 2 polîsên sivîl cihê wî kesî tesbît kiriye.
Hat diyarkirin ku polîsan hişyariya "raweste" daye wî xortê ku bi keçekê re dimeşiya.
Li gorî polîsan, wî xortî di wê kêliyê de "tiştekî mîna çekê" ji şalê xwe derxistiye û "wekî ku çekê tijî dike" tevgeriyaye.
Tevî hişyariya polîsan a "çekê deyne", xort çeka xwe bilind kiriye û berê wê daye her du polîsan û li ser vê yekê polîsekî gule berdaye wî.
Li gorî daxuyaniya fermî ya polîsan, heta ku tîmên tenduristiyê hatine polîsan alîkariya destpêkê daye wî xortî.
Xortê ku bi giranî birîndar bûbû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirine nexweşxaneyê û hatiye emeliyatkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e.
Malbat û Navenda Kurdan daxuyaniya polîsan red dikin
Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, malbata xort û Navenda Kurdan a li Munîhê îdia dikin ku daxuyaniya polîsan rastiyê nîşan nade.
Malbat ji medyaya Almanyayê re axivî û îdia kir ku xort çend caran qîriyaye û gotiye "ev çeka lîstikê ye" û çeka xwe avêtiye erdê lê tevî vê yekê jî polîsan gule berdayê.
Her wiha malbat dibêje ku tevî birîna wî ya giran jî polîsan pê li laşê wî kiriye, heqaret lê kiriye û kelepçe xistiye destê wî.
Li gorî gotinên malbatê, kelepçeya wî xortî li ser xwesteka xebatkarên tenduristiyê hatiye derxistin.
Ew xortê ji Tirkiyeyê kî ye?
Li gorî agahiyên polîsan, ew xortê 14 salî kurê malbateke ji Tirkiyeyê ye ku 3 sal berê çûne Almanyayê û serlêdana penaberiyê kiriye.
Hat diyarkirin ku serlêdana penaberiyê ya malbatê hatiye redkirin û ew di qonaxa dersînorkirinê de ne.
Her wiha di agahiyên polîsan de hat destnîşankirin ku ew xortê 14 salî xwendekar e û berê ji ber sûcê lêdanê lêpirsînek li ser wî hatiye destpêkirin.

.webp&w=3840&q=75)

