Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek eşkere kir ku li ser dosyaya “sûcê komkujiyê" ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaza weşandina “bultena sor” hatiye kirin.
Wezîr Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Gurlek diyar kir ku pêvajoya darizandinê ya li ser êrişa li ser çalakvanên Fîloya Sumudê ya Gerdûnî berdewam dike.
Ew êriş li avên navneteweyî li dijî çalakvanên ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ber bi Xezeyê ve bi rê ketibûn pêk hatibû.
35 kes tên darizandin
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê da zanîn ku di çarçoveya dosyaya Dadgeha 11an a Cezayê Giran a Stenbolê de darizandina 35 gumanbaran berdewam dike û nav van wan de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Afek Moskovitch jî hene.
Gurlek di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di çarçoveya dosyayê de, li gorî fermanên girtinê yên ku 14ê Tîrmeha 2026an li ser sûcê 'komkujiyê' ji bo Benjamin Netanyahu û Afek Moskovitch hatine dayîn, Wezareta me ya Dadê ji bo ku di asta navneteweyî de li wan bigerin ji Wezareta Karên Navxwe xwest ku bultena sor were weşandin.
Belgeyên pêwendîdar ji Wezareta Karên Derve re jî hatin şandin."
Lîsteya tohmetan dirêj e
Li gorî daxuyaniyê, Netanyahu û Moskovitch bi van sûcan tên darizandin:
"Sûcên li dijî mirovahiyê", "komkujî", "bêparkirina ji azadiyan", "birîndarkirina bi zanebûn", "şkence", "zererdayîna mal û milk", "talan" û "revandina wesayîtên veguhastinê."
Akin Gurlek destnîşan kir ku ew parastina birêvebiriya Netanyahuyê qebûl nakin û got:
"Em bi ti awayî qebûl nakin ku birêvebiriya Netanyahuyê ya ku li Xezeyê polîtîkaya komkujiyê dimeşîne neyê darizandin.
Em dê rê nedin ku sûcên li Xezeyê werin veşartin û berpirsiyar bi zirxê 'bêcezabûnê' werin parastin.
Em dê hemû derfetên hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi biryardarî bi kar bînin."
Gurlek diyar kir ku ji bo kesên “sûcên li dijî mirovahiyê kirine” li pêşberî hiqûqê hesab bidin, ew dê hemû gavên pêwîst biavêjin.



