Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê êrişî navendeke bazirganiyê ya li bajarê Kriviy Rigê yê Ukraynayê kir, di vê êrişê de herî kêm 5 kes mirin û 91 kes jî birîndar bûn.
Serokê Birêvebiriya Leşkerî ya Herêma Dnipropetrovskê ya Ukraynayê Oleksandr Gandja li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Gandja diyar kir ku Rûsyayê êrişî bajarê Kriviy Rigê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Gandja, di êrişê de navendeke bazirganiyê ya li bajêr hatiye hedefgirtin.
Gandja destnîşan kir ku li gorî destnîşankirinên pêşî, di êrişê de 5 kes mirine û 91 kes jî birîndar bûne ku 6 ji wan zarok in.
Zelenskyy: Ev êriş çalakiyeke terorê ye
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî êrişa li Kriviy Rigê da.
Zelenskyy eşkere kir ku artêşa Rûsyayê bi navbera nîv saetê bi dronan du caran êrişî navendê kiriye.
Wî da zanîn ku êrişa duyem dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dihatin kirin pêk hatiye û di peyama xwe de wiha got:
“Ev cure êriş çalakiyên terorê ne. Divê cîhan bi fişareke rast a li ser êrişkar bersivê bide vê yekê. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rûsya berpirsyariyeke rast bigire ser xwe.”



