Moskow (Rûdaw) - Li navenda Moskowê li ber benzînxaneyên Şirketa Gazpromneftê dorên dirêj ên otomobîlan çêbûne.
Dora otomobîlên ku li benda kirîna benzînê ne, ji 2 kîlometreyan dirêjtir e.
Li gorî amarên rayedarên xwecihî, roja înê, benzîna Super-95 tenê li ji sedî 19ê benzînxaneyên Moskowê hebûye û bihayê navînî yê lîtreyekê gihîştiye 72 rubleyan ku dike 91 sentan.
Bijîşka bi navê Ludmilayê li ser rewşê got:
“Ez kêm caran otomobîlê bi kar tînim.
Du rojên min ên bêhnvedanê hene lê li şûna ku ez herim havîngehê û bêhna xwe vedim, 3 saet in ez di dorê de me.
Çare çi ye? Bila zêdetir benzînê hilberînin.”
Hunermend Aleksandr jî anî zimên ku ew hewl dide ji ber vê qeyranê otomobîlê bi kar neyne û anî ziman:
“Ez neçar im. Îro tam saet 10:00ê sibehê hatime û ketime dorê.
Niha êdî bûye 2 saet û nîv lê hîn dora min nehatiye.”
Ajokar dibêjin ku dorên herî dirêj saet 04:00ê berbangê, berî ku kar dest pê bike û êvarê piştî ku kar bi dawî bibe çêdibin.
Sedema qeyranê êrişên dronan in
Endazyarê bi navê Maksim jî da zanîn:
“Ez neçar im bikevim dorê çimkî bê benzîn mirov nikare here cihekî.
Niha zêdetirî 2 saetan e ez sekinîme.
Pêwîst e ez sibe herim havîngeha xwe ya li derveyî bajêr. Loma jî çare nîne.”
Bazirgan Înal jî bal kişand ser binesaziya bajêr û got:
“Belê, rojane em bi neçarî 2-3 saetan di dorê de radiwestin.
Rewşa rastîn wisa ye lê binesaziya Moskowê gelekî bipêşketî ye.
Metro heye û ew ne girêdayî benzînê ye.
Eger tu nikarî bi otomobîlê derkevî, xwe bigihîne metroyê û tu yê pir zû bigihêjî her cihekî Moskowê.”
Sedema vê qeyranê êrişên bi dronan ên Ukraynayê ne.
Tenê di 3 hefteyên destpêkê yên Tebaxê de, herî kêm 10 parzûngehên mezin ên Rûsyayê rastî êrişan hatine.
Parzûngeha Moskowê jî çend caran hatiye bombebarankirin.
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak berê ragihandibû ku ji bo têrkirina bazarê, Rûsyayê dest bi hawirdekirina sotemeniyê kiriye.
Her wiha Rûsyayê destûr daye ku benzîna bi pileya ekolojiya nizmtir were hilberandin.




