کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TikTok / Wêne: Reuters

TikTok / Wêne: Reuters

Cîhan

TikTok dê 400 milyon dolaran wekî tezmînat bide Amerîkayê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) – Tora civakî TikTok û şirketa xwediyê wê ByteDance, ji bo çareserkirina doza Wezareta Dadê ya Amerîkayê bi dayîna 400 milyon dolarî razî bûn.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ew bi komkirina agahiyên zarokan a li dijî yasaya parastina taybetmendiya zarokan a li ser înternetê tawanbar kirin.

Ev peyman piştî çend mehan ji veguhastina beşek ji karên ByteDanceyê ya ji bo veberhênerên Amerîkayê pêk hat.

Ev veguhastin ji bo bersivdayîna dilgiraniyên li ser aramiya niştimanî ya Amerîkayê hatibû kirin.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê sala 2024an li ser navê Komîsyona Bazirganiyê ya Federal li dijî TikTokê doz vekir.

Wezaretê TikTok tawanbar kir ku wê destûr daye bi milyonan zarokên di bin 13 salî de bêyî agahdarî û razîbûna dayîk û bavên xwe hesaban vekin.

Tezmînata herî mezin

Li gorî peymanê, TikTok dê destpêkê 300 milyon dolarî bide û pişt re jî 100 milyon dolarên din bide.

Wezaretê ragihand ku ev di dozeke têkildarî yasaya parastina taybetmendiya zarokan a li ser înternetê de yek ji tezmînatên herî mezin e.

Alîkarê Dozgerê Giştî yê Amerîkayê Stanley Woodwardi got:

“Ev peyman ji bo zarok û dayîk û bavên Amerîkayî serkeftineke mezin e.”

Stanley Woodwardi anî zimên ku wezareta wan ji bo piştrastkirina parastina zarokan a li ser înternetê dixebite.

Her çi qasî TikTok li ser ewlehiya zarokan û parastina taybetmendiyê bi hezaran dozên yasayî yên bikarhêneran re rû bi rû mabe jî, doza Wezareta Dadê ji bo parastina taybetmendiyê yek ji gefên herî mezin bû ku şirketa navborî pê re rû bi rû ma.

Pirsên