Dusseldorf (Rûdaw) - Keçeke ciwan a ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, piştî derbaskirina astengiyên şer û koçberiyê, bi rêya înternetê û bi hewla xwe fêrî zimanê Almanî bû.
Dilva Şêxiyê ji bo xwendina bilind û bicihanîna xewnên xwe berê xwe da Almanyayê.
Dilva Şêxiyê tevî şert û mercên giran ên jiyanê û şerê li herêmê, wê dev ji xewnên xwe berneda û ji bo paşeroja xwe rêyeke nû hilbijart.
Armanca wê ew bû ku piştî lîseyê, xwendina xwe li zanîngeheke Ewropayê bidomîne.
Dilva Şêxiyê çîroka serkeftina xwe ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re got:
"Wekî keçeke ji Kobaniyê, min dixwest ez gaveke cuda biavêjim û biryareke wêrek bidim da ku nîşan bidim em jî dikarin xwe bigihînin zanîngehên derve.
Her çend astengî û sînordarî pir bûn jî lê ya girîng ew bû ku em berdewam bin û dev ji armanca xwe bernedin."
Ji koçberiya Hewlêrê heta vegera li Kobaniyê
Jiyana Dilvayê bi zehmetiyan derbas bû, di dema êrişên li ser Kobaniyê de malbata wê koçberî Hewlêrê bû.
Piştî rizgarkirina bajêr, ew vegeriyan mala xwe û wê li Kobaniyê heta pola 11an bi Kurdî xwend û pişt re bawernameya lîseyê wergirt.
Xala werçerxanê ya jiyana Dilvayê bi biryara çûyîna Almanyayê dest pê kir.
Wê demê li Kobaniyê kursên zimanê Almanî û hêsankarî ji bo vîzeya xwendinê nebûn.
Dilvayê li malê bi rêya înternetê û bêyî mamoste dest bi xwendina zimanê Almanî kir.
Wê bi serkeftî qonaxên fêrbûna zimên derbas kirin û bi wergirtina vîzeya xwendinê gihîşt Almanyayê.
Xewna li Kobaniyê li Almanyayê bû rastî
Dilva niha li bajarê Duisburgê yê Almanyayê dijî û wê li Zanîngeha Duisburg-Essenê mafê xwendinê bi dest xist û di beşa bijîşkiyê de hat qebûlkirin.
Zanîngeha Duisburgê ya ku li Kobaniyê tenê xewnek bû, niha ji bo wê bûye rastî.
Ew niha li gel xwendina xwe karê wergêriyê jî dike.
Dilva Şêxî li ser armancên xwe yên paşerojê anî ziman:
"Armanca min a sereke ew e ku piştî xilasbûna xwendinê sûdekê bigihînim welatê xwe.
Ez dixwazim ji bo malbat û gelê xwe bibim cihê serbilindiyê."


