Hewlêr (Rûdaw) - Berbanga rojê erdhejekê herêmên rojhilatê Japonyayê hejand û Tokyoya paytext jî di nav de bû.
Berpirs dibêjin ji ber erdhejê zêdetirî 30 kesî birîndar bûn ku birîna piraniya wan sivik e.
Hat diyarkirin ku rîska çêbûna tsunamiyê nîne.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Japonyayê, mezinahiya erdhejê 5,9 pile ye.
Navenda erdhejê di kûrahiya 70 kîlometreyî de li başûrê parêzgeha Ibarakiyê ye.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê jî mezinahiya erdhejê 5,8 pile tomar kiriye.
37 kes di erdhejê de birîndar bûn
Saziya Birêvebirina Karesatan û Agirvemirandinê ya Japonyayê ragihand ku herî kêm 37 kes li 5 parêzgehên cuda yên herêmê birîndar bûne.
Ji wan birîndaran 15 kes li Tokyoyê, 9 li Saitamayê, 8 li Kanagawayê, 4 li Chibayê û kesek jî li Ibarakiyê ye.
Piraniya birîndaran ji ber wê yekê ye ku di dema xewê de erdhejê ew tirsandine û ji nişka ve rabûne.
Ji ber wê ew ketine xwarê yan jî li derî û kel û pelên malê ketine.
Pîreke 80 salî li bajarê Yokohamayê ji ser cihê xwe ketiye xwarê û ling û kulêmekên wê bi giranî birîndar bûne.
"Min hest bi hejîneke dijwar kir"
Ciwanekî 23 salî ku di dema erdhejê de li Tokyoyê li navendeke bazirganiyê bûye anî ziman:
"Tenê çend çirke piştî ku telefona min zengê hişyariya erdhejê da, min hest bi hejîneke dijwar kir û ez tirsiyam ku kel û pelên nav marketê bi ser min de bikevin."
Ji ber erdhejê, ew trênên bi lez ên ku diçin Balafirxaneya Naritayê û xetên din ên navxwe hinekî dereng man lê trênên bi lez ên ku ji wan re "trêna guleyî" tê gotin bê pirsgirêk berdewam bûn li ser karên xwe.
Li rojhilatê Tokyoyê boriyeke bin erdê teqiya û gelek av rijiya ser kolanê lê bi lez hat çêkirin.
Saziya Rêxistina Atomî piştrast kir ku ti zerer negihîştiye santralên atomî yên wê herêmê.
Hişyariya erdhejeke din hat danîn
Serokwezîra Japonyayê Sanaye Takaichi di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand ku wan ji bo nirxandina zereran tîmeke hawarçûnê amade kiriye.
Li aliyê din, Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku hefteyekê baldar bin, ji ber ku îhtimal heye erdhejeke din rû bide.
Meha borî erdhejeke gelekî bihêz a bi mezinahiya 7,1 pileyan girava Kyushuya li başûrê Japonyayê hejandibû.
Ji ber wê erdhejê 38 kes mirin û 364 kes jî birîndar bûn.

.webp&w=3840&q=75)

