Hewlêr (Rûdaw) - Pirsgirêka tenduristiyê ya awarte ya Îqbal Şêxê 16 salî yê ku li bajarê Murshidabadê yê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê dijî, di medyaya civakî de bû rojev.
Îqbal Şêx ji ber şewat û êşa giran a di çermê wî de, nêzîkî 5 sal in piraniya dema xwe di gola avê de derbas dike.
Tê diyarkirin ku ava hênik êşên Îqbal kêm dike û heta niha nexweşiya wî bi awayekî teqez nehatiye teşxîskirin.
Îqbal ji ber ku di çermê xwe de şewat û êşeke giran hîs dike, tim di ava hênik de dimîne.
Hat diyarkirin ku malbata wî heta îro Îqbal biriye gelek nexweşxaneyan û ba kesên ku bi awayên gelerî tedawiyê dikin.
Lê hat zanîn ku sedema nexweşiya wî heta niha nehatiye tesbîtkirin.
Li gorî îdiayan, Îqbal nêzîkî 5 salan e ji bo kêmkirina êşên xwe piraniya dema xwe di goleke avê de derbas dike.
Di dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin de tê dîtin ku zarokê 16 salî hema hema bi temamî ketiye nav ava golê û li wir xwarinê dixwe.
Hêviya tedawiyê li Mumbaiyê
Piştî ku dîmenên rewşa Îqbal di medyaya civakî de belav bûn, hat diyarkirin ku karsazê navdar ê Hindistanê Anant Ambani bi mijarê hesiya ye.
Bi hewla Ambaniyî, Îqbal bi balafirê ji Bengala Rojava veguhastin Mumbaiyê.
Hat zanîn ku ew li wir şandine Nexweşxaneya Sir H. N. Reliance Foundationê.
Tê çaverêkirin ku Îqbal li Mumbaiyê ji aliyê bijîşkên pispor ve bi hûrgilî were kontrolkirin û sedema nexweşiya wî were diyarkirin.
Gumana bijîşkan: Erîtromelaljî
Li ser nîşanên nexweşiya Îqbal, hat diyarkirin ku hinek bijîşk li ser îhtîmala nexweşiyeke kêmpeyda ya bi navê "erîtromelaljî"yê disekinin.
Erîtromelaljî, bi taybetî li dest û pêyan, wekî nexweşiyeke kêmpeyda tê naskirin ku dibe sedema hesta şewatê, zêdebûna germê û sorbûna hinek beşên laş.
Lê belê hîn bi awayekî teqez nehatiye piştrastkirin ku Îqbal bi vê nexweşiyê ketiye.
Tê çaverêkirin ku bijîşk piştî kontrolên hûrgilî teşxîseke teqez deynin.
Her wiha tê payîn ku bijîşk tedawiyeke guncav dest pê bikin an jî ji bo kontrolkirina nîşaneyên nexweşiyê planekê amade bikin.
Nirxandina bijîşkî ya ku li Mumbaiyê ji bo Îqbal û malbata wî dest pê kiriye, ji bo nexweşiya ku bi salan e sedema wê nehatiye diyarkirin hêviyekê bi xwe re tîne.


