Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ji sala nû ya xwendinê û pê ve bikaranîna telefonên destan li lîseyan jî hat qedexekirin.
Macron li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û behsa zerarên ekranan kir.
Wî diyar kir ku ew ji bo parastina zarokan a ji bandorên neyînî yên ekranan "nikarin zêdetir li bendê bimînin."
Macron da zanîn ku yasaya qedexekirina telefonên destan a li lîseyan êdî ketiye meriyetê.
Qedexe dê 1ê Îlonê dest pê bike
Serokkomarê Fransayê Macron destnîşan kir ku ev yasaya nû dê ji 1ê Îlonê ve derbasdar be ku destpêka sala nû ya xwendinê ye.
Li Fransayê qedexeya bikaranîna telefonên destan ji sala 2018an ve li dibistanên seretayî û navendî di meriyetê de ye.
Hikûmeta Fransayê berê ragihandibû ku ew plan dikin vê biryarê ji sala nû ya xwendinê û pê ve li lîseyan jî bi cih bînin.
Ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve hat pesendkirin
Ev yasaya nû destpêkê li Meclisa Neteweyî ya Fransayê û li Senatoyê hatibû qebûlkirin.
Piştî erêkirina meclisê, yasa ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve jî hatibû pesendkirin û tenê bicihanîna wê mabû.



