Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku wan ji bo zêdekirina zextên aborî yên li ser Îranê dest bi operasyoneke nû kiriye.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent daxuyaniyek da û da zanîn ku wan li hemberî Îranê "Operasyoneke Dûrxistina Aborî" ya "bêmînak" daye destpêkirin û got:
“Armanca vê operasyonê ew e ku hemû şahdemarên aborî yên Tehranê werin birîn.”
Bessent diyar kir ku cezayên wan dê rejîma Îranê û Supaya Pasdaran bikin hedef.
Wî her wiha anî zimên ku wan hişyarî daye wan welatên ku piştgiriyê didin qaçaxçitiya petrola Îranê.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got ku armanca vê pêngava nû ew e ku çavkaniyên dahata Îranê hişk bikin.
Cezayên nû dê sektorên krîtîk li xwe bigirin
Bi gotina Bessent, samanên dîjîtal, teknolojî, zêr, sektora asmanî û deryavanî di nav sernavên cezayên nû de cih digirin.
"Em gefa Îranê îdare nakin, em bi dawî dikin"
Bessent eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Îranê xeteke ji birêvebiriyên berê cudatir dişopîne.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê da zanîn ku di dema birêvebiriya Trump de, Amerîka ne tenê gefa Îranê îdare dike lê belê ew hewl didin ku vê gefê bi dawî bînin.
Peyama baweriyê ji bo aboriya Amerîkayê
Bessent got ku hêza aboriya Amerîkayê dike ku ev operasyon bibe pêngaveke domdar.
Di daxuyaniyê de peyama wê yekê hat dayîn ku pêvajoya cezayên nû dê wekî operasyoneke darayî ya demdirêj were meşandin.



