Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew biryara fesixkirina HSDyê erênî dibînin.
Ev gav doh ji bo entegrekirina aştiyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav dewleta Sûriyeyê hatiye avêtin.
Macron li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û Sûriye pîroz kir.
Wî helwesta Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û hesta berpirsyariyê ya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî silav kirin.
"Gaveke diyarker e"
Temamiya peyama Macron bi vî rengî ye:
“Ez Sûriyeyê ji ber gava diyarker a ku doh di pêvajoya entegrasyona aştiyane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav dewleta Sûriyeyê de hatiye avêtin pîroz dikim.
Ez pêbendbûna Serokkomar Ehmed Şer û hesta berpirsyariyê ya Mezlûm Ebdî û HSDyê ya li ser vê mijarê silav dikim."
"Em dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin"
Serokkomarê Fransayê destnîşan kir ku ew dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin û got:
"Ji destpêka qonaxa veguhêz ve Fransayê ji bo hevkariya bi vê pêvajoyê re roleke aktîf lîstiye û dê bicihkirina pêvajoyê ji nêz ve bişopîne.
Fransa dê di çarçoveya rêzgirtina li hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mayîna çekan a tenê di destê dewletê de, piştgiriyê bide pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê.
Tekane rêberê vê yekê jî yekîtî û serweriya Sûriyeyê ye."
Macron di dawiya peyama xwe de anî zimên, "Wekî Sûriyeyê li her derê cîhanê rêya aştî û aramiya mayînde tenê bi vî awayî dikare bê avakirin."
HSD bi temamî hat fesixkirin
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî doh li Qesra Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistibû.
Mezlûm Ebdî di vê civînê de ragihandibû ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û entegrasyona wê ya temam a bi saziyên dewleta Sûriyeyê re bi dawî bûye.



