Hewlêr (Rûdaw) - Li Nepalê li herêma Rasuwayê ya nêzîkî sînorê Çînê û derdora wê di lehiyê de hejmara kesên ku mirin gihîşt 97an.
Rayedaran ragihand ku 384 kes winda ne.
Di nav windayan de ji bilî 93 welatiyên Nepalê, geştyarên ji Hindistan, Amerîka, Brîtanya û Malezyayê jî hene.
Li gorî medyaya Nepalê, ew kes ji bo serdana dînî li herêma Kailash Mansarovarê ya li Herêma Otonom a Tîbetê ya Çînê bûn.
Hat diyarkirin ku 32 efserên ewlehiyê yên ser bi Polîsên Nepalê û Hêza Polîsên Çekdar winda ne.
Her wiha 60 karkerên projeyeke hîdroelektrîkê û 15 karmendên buroya gumrikê ya li herêma Timureyê jî winda ne.
Şertên hewayê xebatan asteng dikin
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi helîkopterên artêşê û şirketên taybet berdewam dikin.
Ji ber şert û mercên xirab ên hewayê hinek helîkopter neçar man vegerin û şandina helîkopterên nû zehmet bûye.
Serokê Çînê Xi Jinping ferman da ku dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê were kirin.
Xi Jinping her wiha ji rayedaran xwest ku xelkê herêmê veguhêzin û alîkariya bijîşkî bidin birîndaran.
Serokwezîrê Çînê Li Chiang jî ferman da ku hejmara kesên winda demildest were tesbîtkirin û pêwendiya bi rayedarên herêmê re were xurtkirin.
Rayedar li ser sedema lehiyê lêkolînan dikin û li ser îhtimala teqîna golekê disekinin.


