Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li ser rewşa tenduristiya Rêberê Îranê û pêşhatên şer hinek agahiyên nû û hestyar eşkere kirin û ragihand ku Washington li ber ragihandina serkeftina dawî ye.
Serokê Amerîkayê di bernameya Glen Beck de ku di radyoya Amerîkayê de tê weşandin, gotegotên mirina Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî red kir û ragihand ku Mucteba hîn dijî.
Trump got ku Mucteba Xamineyî di êrişan de "bi giranî birîndar bûye" û wî hûrgiliyên birînên wî jî eşkere kirin û got, "Birînên wî li milê çepê yê laşê wî ne, bi taybetî di dest û lingê wî de ne."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û Tehranê jî bi mûşek û dronan û êrişên li ser welatên din ên herêmê bersiv da.
Roja destpêka şer, Washington û Tel Evîvê êrişî cihê mayîna Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî yê li Tehranê kir û ew kuşt.
Li gorî gotinên Trump, di heman bombebaranê de Mucteba jî birîndar bûye.
Vekirina Tengava Hurmizê û tevgera petrolê
Donald Trump li ser rewşa Tengava Hurmizê ragihand ku hêzên wan karîbûn hemû mayînên deryayî rakin û niha tengav li ber keştiyan hatiye vekirin.
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku niha rêjeyeke zêde ya petrolê di tengavê re derbas dibe û wî qebûl kir ku hîn metirsî hene û anî ziman, "Car caran êrişên dronî û mûşekî li herêmê çêdibin."
Îranê 2yê Adarê wekî berteka şer Tengava Hurmizê li ber keştiyan girtibû.
Li gorî Rêxistina Veguhastina Deryayî ya Navneteweyî, beriya şer rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol di wê tengavê re dihat hinartin lê piştî girtinê ev hejmar bi giştî daketibû milyonek bermîlî.
Donald Trump got, "Amerîkayê ji destpêka şer ve karî bi temamî Îranê biçemîne û hêzên Tehranê di rewşeke lawaz de ne."
Trump di dawiyê de mizgînî da ku birêvebiriya wî dixwaze di paşerojeke nêzîk de "serkeftineke mezin û biryardar" a li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihîne.



