Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Nepalê lehî rabû û di lehiyê de Herî kêm 162 kes mirin û 400 kes jî winda ne.
Lehiya ku ji herî, av û zinaran pêk dihat, di nav newalan re derbas bû û xanî, rê û pirên li pêşiya xwe bi temamî hilweşandin.
Ev karesat bi taybetî li ser rûbarên Bhote Koshi û Trishuliyê yên li nêzîkî sînorê Tîbetê çêbû.
Di encamê de dîmenên tirsnak derketin holê.
162 kes mirin
Li gorî amarên dawî yên fermî, herî kêm 162 mirine.
Her wiha zêdetirî 400 kes hîn jî winda ne.
Tê gotin ku di nav wan de nêzîkî 340 geştyarên biyanî hene.
Xebatên rizgarkirinê
Artêş û polîsên Nepalê bi helîkopteran hewl didin xwe bigihînin herêmên çiyayî yên wekî Rasuwa û Nuwakotê.
Lê belê qutbûna rê û xetên peywendiyê xebatên rizgarkirinê gelekî zehmet dike.
Bangî xelkê hat kirin
Her çend sedema lehiyê hîn bi awayekî fermî nehatibe eşkerekirin jî, pispor guman dikin ku şikestina cemedên çiyayan bûye sedem.
Birêvebirên xwecihî bangî xelkê kir ku ji beravên rûbaran dûr bikevin.
Wan her wiha ji xelkê xwest ku ji bo parastina canê xwe berê xwe bidin deverên bilind.


