Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan Wezîra berê ya Darayiyê ya Îraqê Teyf Samî xistiye “Lîsteya Şopandinê ya Terorê.”
Wezaretê di daxuyaniyeke ku wêneyekî wê yê taybet ji Rûdawê re hatiye şandin de eşkere kir ku ev ceza çûna Amerîkayê li wê berpirsa hikûmeta Sûdanî qedexe dike.
Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê berê ji kanala Fox Newsê re ragihandibû ku wezareta wan vê hefteyê vîzeya Teyf Samiyê betal kiriye.
Ev helwesteke bi temamî berevajî îdareya Biden e.
"Jina pola" ya Îraqê
Di serdema îdareya Biden de, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji ber ku qaşo ew li hemberî bertîl û berpirsên gendel ên Îraqê rawestiyaye, ji Teyf Samiyê re gotibû "jina pola" ya Îraqê.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê sala 2022yan Xelata "Jinên Wêrek ên Navneteweyî" da Teyf Samiyê ku wê demê Alîkara Wezîrê Darayiyê yê Îraqê bû.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku Teyf Samî niha ne li Amerîkayê ye û got:
"Di serdema Serok Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio de, ti carî rê bi gumanbarên terorê nayê dayîn ku li Amerîkayê bimînin."
Tawanbariya fînansekirina terorê
Zêdetirî salekê ye, nav û dengê Teyf Samiyê di nav berpirsên îdareya Trump û Kongreyê de dest bi têkçûnê kiriye.
Çend endamên Komarî, ango partiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, berê Teyf Samî tawanbar kiribû ku bi rêya sîstema darayî ya Îraqê pere ji bo terorê dabîn kirine û wan ji îdareya Trump xwestibû ku li hemberî wê gavan biavêje.
Nûnerê South Carolinayê Joe Wilson û Nûnerê Floridayê Greg Steube yên endamên meclisê, ji Teyf Samiyê re gotibû "alîkara sereke ya fînansekirina terorê ya li Îraqê" û îdareya Trump teşwîq kiribû ku ceza li bibire.



