Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê demên dawiyê nîşanên erênî yên aborî hene lê lê ji ber ku bêtevgeriya li bazara kar berdewam dike, bêkarî meha tebaxê jî di ser sînorê 3 milyonan re ma.
Ajansa Kar a Federal a Almanyayê (BA) daneyên bêkariyê yên tebaxê eşkere kirin.
Li gorî van daneyan, li Almanyayê hejmara bêkaran di meha tebaxê de li gorî meha berê 54 hezaran û li gorî heman meha sala par jî 36 hezaran zêde bûye û gihîştiye 3 milyon û 61 hezaran.
Li welêt rêjeya bêkariyê ya ku tîrmehê ji sedî 6,4 bû tebaxê gihîştiye ji sedî 6,5an.
Seroka Ajansa Kar a Federal Andrea Nahlesê destnîşan kir ku bazara kar meyla xwe ya sist a mehên dawî domandiye û got:
"Bazara kar di tebaxê de ji bilî bandorên demsalî yên kevneşopî, dînamîzmeke girîng nîşan neda."
Li Almanyayê, meha tîrmehê bi destpêkirina betlaneya havînê re, ji meha nîsanê û vir ve cara yekem hejmara bêkaran bi ser 3 milyonan ketibû.
Li gorî Bloombergê, pispor diyar dikin ku zêdebûna domdar a bêkariyê ya ku ji tîrmehê ve tê dîtin, ji bilî bandorên demsalî, ji ber qelsbûna demkî ya di aboriyê de jî derdikeve holê.
Pêşbînî tê kirin ku nîşanên dawî yên derbarê zêdebûna kapasîteya aboriyê di paşerojê de bandoreke erênî li ser bazara kar bikin.



