Dusseldorf (Rûdaw) - Namzeda Kurd a ji bo posta serokatiya Şaredariya Stockholmê Gulan Avciyê eşkere kir ku wê ji bo mana di qada siyasetê de "baceke mezin" daye û gefên mirinê li wê û zarokên wê hatine xwarin.
Gulan Avci siyasetmedareke navdar û yek ji birêvebirên Partiya Lîberal a Swêdê ye.
Ew niha namzed e ku posta serokatiya Şaredariya paytext Stockholmê wergire.
Daxuyaniya wê ya vê hefteyê li Swêdê bû sedema bertekên berfireh.
Gulanê di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyona fermî ya dewleta Swêdê re ragihand ku ji ber karên xwe yên siyasî rastî gefên metirsîdar hatiye.
Li gorî gotina wê, hem gefa kuştinê li zarokên wê hatiye xwarin hem jî ji bo wê bi xwe jî hatiye gotin:
"Zêde wextê te nemaye ku tu xatir ji jiyanê bixwazî."
Vegera wê ya li siyasetê
Di siyaseta Swêdê de paşxaneyeke xurt a Gulan Avciyê heye. Wê bi salan di lîsteya Lîberalan de parlamenterî kir.
Her çi qasî berê biryar dabû ku bi temamî dev ji karên siyasî berde jî piştî ku Jan Jönsson ji serokatiya fraksiyona Lîberalan a li şaredariya Stockholmê vekişiya, Avciyê biryar da ku vegere û cihê wî dagire.
200 namzedên Kurd pêşbaziyê dikin
Piştî du hefteyan din hilbijartinên giştî yên Swêdê tên kirin.
Li gorî agahiyên bernameya "Diaspora"yê ya Rûdawê, beşdariya Kurdan a di vê hilbijartinê de berbiçav e û zêdetirî 200 namzedên Kurd li bajar û bajarokên cuda yên Swêdê ji bo gihîştina meclisên şaredariyan û parlamentoyê di nava pêşbaziyê de ne.


