Dusseldorf (Rûdaw) - Serdozgeriya Berlînê amadehiyê dike ku di heqê parlamenterê Kurd û endamê Partiya Çep (Die Linke) Ferat Koçak de bi tohmeta "amadekirina nasnameya sexte" dozê veke.
Lê belê ofîsa Koçak ragihand ku ev bûyer tenê ji "guherîna roleke" ji bo vîdeoyeke YouTubeyê pêk tê û ew vê tawanbarkirinê bi awayekî teqez red kirin.
Lêpirsîna li ser Ferat Koçak
Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Berlînê li ser parêzvanê mafên Kurdan û Parlamenterê Parlamentoya Eyaleta Berlînê Ferat Koçak lêpirsîn daye destpêkirin.
Polîs angaşt dike ku dema serdaneke li parlamentoyê, kesekî di nav avahiyê de nasnameyeke sexte ya parlamenteriyê ya li ser navê Ferat Koçak hilgirtiye.
Ofîsa Ferat Koçak li ser mijarê daxuyaniyeke fermî belav kir û diyar kir ku ev angaşt rastiyê nîşan nadin.
Li gorî daxuyaniyê, Koçak di kanala xwe ya YouTubeyê de bernameyekê çêdike û di wê bernameyê de Koçak û mêhvanên ji pîşeyên cuda ji bo rojekê rolên xwe diguherînin.
Di vê çarçoveyê de mêhvan dibe "parlamenter" û Koçak jî karê mêhvanê xwe dike da ku tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin.
Haydo Çaglar wekî mêhvanê fermî çû parlamentoyê
Ev bûyera ku bûye mijara nîqaşê, vedigere ser vîdeoyeke ku meha Adara îsal hatibû girtin.
Di wê beşê de Ferat Koçak û fenomenê medyaya civakî Haydo Çaglar rolên xwe guhertine. Haydo Çaglar li taxa Neuköllnê ya Berlînê xwediyê bufeyekê (kiosk) ye.
Ofîsa Koçak destnîşan kir ku Haydo Çaglar ne bi rêyên neyasayî, wekî mêhvanê wan ê fermî ketiye parlamentoyê.
Her wiha hat gotin ku navê wî di lîsteya mêhvanan a li ser maseya agahdarkirinê ya li ber derî de bi awayekî eşkere hebû.
"Ti niyeta me ya sextekariyê tune bû"
Nakokiya sereke ya di navbera polîs û ofîsa parlamenter de li ser taybetiya wê nasnameyê ye.
Polîs angaşt dike ku li ser Çaglar nasnameyeke sexte ya parlamenteriyê ya li ser navê Koçak hebûye lê ofîsa Ferat Koçak diyar kir ku ew kart tenê ji bo girtina vîdeoyê wekî materyaleke "sembolîk" hatibû amadekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rengê wê nasnameya sembolîk ji nasnameyên fermî yên parlamenteran bi temamî cuda ye.
Her wiha hat gotin ku hemû hûrgiliyên di vîdeoyê de bi awayekî zelal nîşan didinb ku ti niyeta wan a sextekariyê nîne.


