Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî yê Amerîkayê Ted Cruz diyar kir ku kapasîteya leşkerî ya Îranê bi awayekî berbiçav hatiye têkbirin.
Cruz bangî birêvebiriya Washingtonê kir ku ji bo rûxandina rejîmê, xwenîşanderên Îranî û Kurdan bi çek bike.
Senator Ted Cruz piştgirî da daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Trump berê di warê leşkerî de li ser Îranê gotibû, “Erk temam bûye.”
Cruz diyar kir ku divê ji niha û pê ve armanca Washingtonê rûxandina desthilata Îranê be.
Senatorê Komarî yê Amerîkayê Ted Cruz doh ji NBCyê re axivî.
Wî da zanîn ku birêvebiriya Trump gihîştiye armancên xwe yên sereke yên leşkerî yên li hemberî Îranê.
Pêşkêşkar daxuyaniya Trump a “erk temam bûye” bi bîr xist.
Li ser vê yekê Cruz destnîşan kir ku çend armancên şer hene û armanca yekem a leşkerî têkbirina kapasîteya leşkerî ya Îranê ye.
"Kurdan bi çek bikin"
Li gorî Cruz, nabe ku bidestxistina armancên leşkerî wekî bidawîbûna siyaseta Amerîkayê ya li ser Îranê were dîtin.
Senator Ted Cruz bi gotinên tund serkirdayetiya Îranê kir armanc.
Cruz bangî birêvebiriya Washingtonê kir ku hêzên mixalif ên li Îranê bi çek bike û wiha pê de çû:
“Banga min ji Serok Trump û birêvebiriya wî ew e ku xwenîşanderan û gelê Îranê bi çek bikin.
Kurdan bi çek bikin û rê bidin xwenîşanderan da ku vê rejîmê birûxînin.”
Cruz bi taybetî destnîşan kir ku ew naxwaze leşkerên Amerîkayê bişînin xaka Îranê.
Wî da zanîn ku divê li şûna vê yekê komên dijberî rejîmê yên li nav Îranê werin biçekkirin û piştgirîkirin.
Di alîkariyên leşkerî de pêşengî kir
Di mijara Îranê de xeta Cruz yekser bi ewlehiya Îsraîlê ve girêdayî ye.
Cruz yek ji mixalifên herî tund ê peymana nukleerê ya bi Îranê re ya serdema Obamayê bû.
Wî eşkere kir ku wî Trump teşwîq kiriye da ku ji peymanê vekişe.
Cruz diyar kir ku divê pêşî li bidestxistina çekên nukleer yên Îranê were girtin.
Wî diyar kir ku li gel rêyên aborî û dîplomatîk eger pêwîst bike divê hêza leşkerî jî were bikaranîn.
Wî her wiha pêşengiya gavekê kir ku 1,5 milyar dolar wekî alîkariya leşkerî û parastina mûşekî bide Îsraîlê.
Armanca vê alîkariyê ew e ku Îsraîl li hemberî gefên Îranê xwe biparêze.



