Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê 51 xwendekarên Kurd bi merasîmekê hatin xelatkirin.
Komeleya Yekîtiya Dortmundê doh li bajarê Bonnê yê Almanyayê merasîmeke xelatkirinê li dar xist.
Di merasîmê de 51 xwendekarên Kurd hatin xelatkirin.
Ev xwendekarên serkeftî, xwendekarên qonaxên zanîngeh, perwerdeya pîşeyî û bakaloryayê bûn.
Nêzîkî 300 kes beşdarî şahiyê bûn ku malbatên xwendekaran û gelek kesayetiyên rewşenbîr, civakî û siyasî jî di nav wan de bûn.
Hunermendê Kurd Şivan Perwer jî di çalakiyê de cih girt.
Her wiha Koma Zozanê jî bi berhemên xwe yên hunerî tevlî şahiyê bû.
Di bernameyê de çend gotar hatin pêşkêşkirin.
Di axaftinan de hat tekezkirin ku zanîn û perwerde ji bo avakirina paşeroja gelan gelekî girîng in.



