Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku jina herî pîr a Japonyayê Kagawa Shigeko di 115 saliya xwe de miriye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristî, Kar û Kamîraniyê ya Japonyayê, Kagawaya ku li bajarê Yamato-Koriyamayê yê parêzgeha Narayê dijî miriye.
Heta 80 saliya xwe bijişkî kir
Kagawa Gulana 1911an li parêzgeha Narayê ji dayîk bûbû û sala 1934an fakulteya tibê qedandibû.
Wê sala 1937an li vê parêzgehê klînîka xwe vekiribû û heta 80 saliya xwe wekî pisporeke nexweşiyên jinan, zayînê û nexweşiyên hundir kar kiribû.
Kagawa sala 1970yî li bajarê Osakayê yê Japonyayê di Fûara Expoya Cîhanê de wekî xebatkara hawarçûna tibî xebitîbû.
Her wiha di Olîmpiyadên Tokyoyê yên 2021ê de nasnavê "kesa herî pîr a ku pêtal hilgirtiye" standibû.
"Raza temenê min di meşê de ye"
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê NHKyê, Kagawa Tîrmeha 2025an ji rojnamegeran re axivîbû.
Kagawayê diyar kiribû ku ew bi xwendin û nivîsandina Kanjiyê (alfabeya Japonî) û kalîgrafiyê dest û hişê xwe perwerde dike.
Kagawayê li ser temenê xwe gotibû, "Raza temenê min ê dirêj di kurmê min ê meşê de ye ku bi salan e ez wisa zêde bi rê ve diçim."
Piştî mirina Kagawayê, bernavkê "jina herî pîr a Japonyayê" derbasî Kishimoto Fuyoyê bû ku Kanûna Pêşîn a 1911an ji dayîk bûye û li Kyotoyê dijî.



-dde33a-large-1749743207.jpg&w=3840&q=75)