Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan pesend kiriye "helîkopterên Bell 412EPX û Bell 407M" û amûrên leşkerî bifiroşin Îraqê.
Wezaretê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser hûrgiliyên vê firotinê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêçûna giştî ya helîkopterên Bell 412EPX, Bell 407M û amûrên leşkerî yên din nêzîkî 800 milyon dolarî ye.
Dê kapasîteya Îraqê xurttir bibe
Hat ragihandin ku ev firotin dê piştgiriyê bide ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê.
Ev pêngav wekî "alîkariya ji bo parastina ewlehiya hevparekî stratejîk" hat pênasekirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku dê kapasîteya Îraqê ya veguhastinê, keşfê û lêdana armancên ser erdê ya ji asman ve bi pêş bikeve.
Bi vê yekê re dê şiyana Îraqê zêde bibe da ku karibe rûbirûyî metirsiyên paşerojê bibe.
Hat diyarkirin ku şirketa sereke ya ku dê vê firotinê pêk bîne “Bell-Textron” e.


