Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Îran dê ti carî nebe xwedî çekên nukleer. Eger çekên nukleer ên Îranê hebûna, niha welatekî bi navê Îsraîlê nedibû.”
Donald Trump li Koşka Spî li ser bihayê dermanan daxuyaniyek da û piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku rojane nêzîkî 30 tankeran di Tengava Hurmizê re derbas dibin û got ku tengav "di rewşeke gelekî baş de ye".
Trump li ser egeta destpêkirina êrişên li ser Îranê daxuyaniyên zelal nedan.
Wî eşkere nekir bê ma ev yek parçeyekî planeke sînordar e yan dê veguhere şerekî berfireh.
Serokê Amerîkayê got ku Îran "welatekî rûxiyayî ye" û got:
"Lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku em dê dersekê bidine wan. Em dê bibînin bê ma dê çi bibe."
Rewşa Tengava Hurmizê
Trump anî zimên ku rojane nêzîkî 30 tankeran bi alîkariya hêzên deryayî yên Amerîkayê di Tengava Hurmizê re derbas dibin û got:
"Tengava Hurmizê di rewşeke gelekî baş de ye. Bi şevê bi qasî 30 keştiyan derbas dibin. Petrolake gelekî zêde tê.
Ji ber vê yekê hûn dibînin ku bihayên petrolê wekî ku tê pêşbînîkirin bilind nabin."
“Îran nabe xwedî çekên nukleer”
Trump diyar kir ku Amerîkayê pêşî li Venezuelayê û piştre jî li Îranê karekî "gelekî baş" kiriye û biland:
"Îran dê ti carî nebe xwedî çekên nukleer. Eger çekên nukleer ên Îranê hebûna, niha welatekî bi navê Îsraîlê nedibû."
Trump destnîşan kir ku ti egera bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Îranê nîne û got ku wan berê jî kapasîteya leşkerî ya Tehranê bi rêjeyeke mezin ji holê rakiriye.
Venezuela û OPEC
Li hêla din, Trump li ser pirsekê diyar kir ku biryara veqetîna ji Rêxistina Welatên ku Petrolê Difiroşin (OPEC) di destê Venezuelayê de ye.
Donald Trump anî zimên ku peymana petrolê ya bi Venezuelayê re ji bo Amerîkayê “destkefteke gelekî girîng e” û eşkere kir ku pêvajoya li ser OPECê bi wan re ne pêwendîdar e.


-dde33a-large-1749743207.jpg&w=3840&q=75)
