Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrişên Amerîkayê yên li Îranê got, "Eger Îran bersivê bide, em dê bi asteke gelekî dijwartir û bilindtir li wan bidin."
Hêzên Asmanî yên Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê dest bi bombebarankirina çend armancên Supaya Pasdaran a Îranê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora xwe ya civakî Truth Socialê derbarê êrişên li ser Îranê de daxuyaniyek belav kir.
"Êriş mezin û bihêz in"
Trump diyar kir ku ew di van kêliyan de li armancên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hurmizê dixin û got:
"Êriş mezin û bihêz in. Ev êriş, bersivek e ji bo hewldana têkçûyî ya Îraniyan a danîna mayînên deryayî yên li tengavê.
Niha ti mayîn li tengavê nînin (Hemû bi temamî hatin rakirin yan jî teqandin!).
Her wiha ev bersivek e ji bo wan 8 mûşekên ku Îraniyan avêtin baregeha me ya leşkerî ya li Urdinê û hemû jî bi serkeftî hatin xistin."
Gefên tund ên Trump
Serokê Amerîkayê gefên tund li Tehranê xwarin û pê de çû:
"Eger neteweya têkçûyî ya Îranê bersiva vê êrişa gelekî rewa bide, ew dê careke din bi asteke gelekî dijwartir û bilindtir derbê bixwin.
Lê ev dê nebe êrişa herî mezin, êrişa herî mezin li bendê ye û gava xilas bibe dê ji Komara Îslamî ya Îranê gelekî kêm tişt bimîne!"
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî li ser heman êrişan daxuyaniyek dabû.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de anîbû zimên:
"Hêzên Amerîkayê îro saet 19:00an li nav Îranê dest bi lêdana armancên Supaya Pasdaran kir.
Ev êriş piştî hewldanên dawî yên Supaya Pasdaran pêk hatin ku dixwest êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê û leşkerên Amerîkayê yên li herêmê bike."
Dengê teqînan hat bihîstin
Li gorî medyaya Îranê, dengê teqînên bihêz li gelek bajarên welêt hat bihîstin.
Hat diyarkirin ku dengê teqînan li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê yên parêzgeha Hurmizganê û Girava Qişmê hat bihîstin.
Her wiha dengê teqînan li bajarokê Kunarekê û bajarê Çabeharê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî hat bihîstin.



