کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Nûnerê Fransayê: Ziman nasname ye, divê rêz li mafên hemû pêkhateyan bê girtin

Namo Ebdullah

Namo Ebdullah

01-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Namo Ebdullah
Namo Ebdullah01-09-2026

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

New York (Rûdaw) - Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonnafont li ser mafên pêkhateyên Sûriyeyê ji Rûdawê re got, "Ziman nasname ye û divê rêz li mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê girtin."

Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Bonnafont li ser bipêşketinên li Sûriyeyê got, "Li gorî me, divê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê niha bi rêya guftûgo û dan û standinan, bi rêyên aştîxwazane û demokratîk tevbigerin."

Bonnafont destnîşan kir ku divê pêwendiyeke nû di navbera dewleta Sûriyeyê û welatiyên wê de were avakirin û pê de çû, "Ev komên civakê Kurd, Elewî, Xiristiyan û Durzî ne. Divê rêz li mafên hemwelatîbûnê yên van hemû pêkhateyan bê girtin."

Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî li ser pirsa zimanê dayîkê jî diyar kir, "Ziman yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya her civakekê ye."

Pirsa Rûdawê û bersiva Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonnafont.

Deqa pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula û bersivên Nûnerê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonnafont:

Rûdaw: Ez Namo Ebdula me ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Pirseke min a li ser Sûriyeyê heye. Hûn bi zimanê xwe yê dayîkê bi me re diaxivin. Kurdên Sûriyeyê jî dixwazin zarokên wan fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin. Ev du roj in xwenîşandanan dikin. Ji ber ku Şam hewl dide wî sîstemê xwendina Kurdî hilweşîne ku zêdetirî 10 salan e kar pê tê kirin. Zimanê Kurdî ji zimanê perwerdeyê tê guhertin da ku zimanê Îngilîzî yan jî zimanekî din ê biyanî bê xwendin. Gelo xwendina bi zimanê dayîkê daxwazeke zêde ye ku Kurd dikin? Helwesta Fransayê ya li ser vê mijarê çi ye?

Jerome Bonnafont: Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî mehane li ser Sûriyeyê dicive û vê mehê jî civînek heye. Em her tim çend tiştan dibêjin û bi hûrgilî li ser çend pirsgirêkan disekinin. Ev jî li ser bingeha wan raporan e ku Neteweyên Yekbûyî pêşkêşî me dike.

Hûn dizanin ku niha li qadê amadebûneke mezin a Neteweyên Yekbûyî heye. Ev yek jî dikare brîfîngeke gelekî berfireh bide me. Yek ji mijarên sereke yên ku di navenda guftûgoyên me de ye, lihevkirina niştimanî ye.

Mijareke din jî avakirina Sûriyeyeke bi çarçoveyeke nû ya saziyan e. Di vê çarçoveyê de divê rêz li mafên hemwelatiyên ser bi hemû pêkhateyan ve bê girtin.

Ji ber vê yekê, li gorî me ya ku divê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê niha bikin diyar e. Divê ew bi rêya guftûgo û dan û standinan, bi rêyên aştîxwazane û demokratîk, pêwendiyê di navbera dewleta Sûriyeyê û komên cuda de ava bikin.

Ev kom Kurd, Elewî, Xiristiyan û Durzî ne. Divê rêz li mafên hemwelatîbûnê yên van hemû pêkhateyan bê girtin.

Di vê çarçoveyê de em li ser pirsa tevlîbûna Kurdan a li Sûriyeyê dikolin ku niha ji nû ve tê avakirin. We pirsa ziman anî rojevê. Ziman yek ji pêkhateyên herî girîng ên nasnameya her civakekê ye.

Hûn dikarin behsa tevlîkirin an jî fesixkirina HSDyê û veguhastina wan a nav artêşa Sûriyeyê bikin.

Em wisa difikirin ku îhtimala rêyekê heye. Di vê rêyê de Sûriye dê bi awayekî bingehîn ji ya heta niha kiriye cudatir miameleyê bi welatiyên xwe re bike. Ev yek jî dê pêvajoya avadankirinê bi pêş bixe.

Pirsên