Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayê ya li ser Îranê de berê 92 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin û 3 keştî jî "ji xizmetê" hatine derxistin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê li ser dorpêça deryayê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta 6ê Îlonê di çarçoveya dorpêça deryayê ya li ser Îranê de berê 92 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin.
Her wiha hat eşkerekirin ku 3 keştî "ji xizmetê" hatine derxistin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê "ji bo misogerkirina pêbendbûnê" bi ser 3 keştiyan de hatiye girtin.
Balafirên F-35A li herêmê ne
Di parvekirina CENTCOMê de hat diyarkirin ku balafireke şer a F-35A ya Hêzên Asmanî yên Amerîkayê li avên herêmê dewriyeyê digere.



