Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de gumanbarê fîrarî Umut Altaşê li Amerîkayê îfade da FBIyê.
Hat diyarkirin ku Umut Altaşê ku derbarê wî de biryara girtinê heye û ji Amerîkayê radestkirina wî tê xwestin, du rojan ji aliyê FBIyê ve hatiye jêpirsînkirin.
Îfadeya Umut Altaş a 34 rûpelan a ku wî daye FBIyê ji Tirkiyeyê re hat şandin.
Di girtînameya 34 rûpelî ya ku di çarçoveya alîkariya dadî de ji Tirkiyeyê re hatiye şandin de Altaş diyar kir, wî dîtiye ku Gulistan Doku di nava otomobîleke BMWyê de ji aliyê kurê Parêzgarê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ve bi çekê hatiye kuştin û wan bi hev re termê wê xistiye bagaja otomobîlê.
Hat îdiakirin ku piştî bûyerê Mustafa Turkay Sonel telefonî parazvanê bavê xwe Şukru Erolgu kiriye, Eroglu ketiye dewrê û Turkay Sonel ji Umut Altaş re gotiye, "Bavê min dê vî karî hal bike."
Her wiha hat diyarkirin ku Altaş ji xebatkarên FBIyê re gotiye, dibe ku termê Gulistan Dokuyê li derdora Rêya Pêrtagê hatibe veşartin, ew paşê bi heman otomobîlê vegeriyane cihê bûyerê û li kamerayan nihêrtine û ew bi xwe jî di dema kuştinê de li cihê bûyerê bûye.
Pirs ji Amerîkayê re hatin şandin
Li gorî zanyariyan, di pêvajoya alîkariya dadî ya bi rayedarên Amerîkayê re, lîsteyeke berfireh a pirsan a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû amadekirin ji makamên Amerîkayê re hat şandin.
Xebatkarên FBIyê û Yekîneya Lêpirsînên Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê di 19 û 20ê Tebaxa 2026an de li Navenda Moshannon Valleyê ya li Pennsylvaniayê du rojan Umut Altaş jêpirsîn kir.
Di nivîsa fermî ya FBIyê ya 26ê Tebaxa 2026an de hat diyarkirin ku rapora lêpirsînê ya FD-302yê wekî bersiva daxwaza alîkariya dadî ya Tirkiyeyê hatiye amadekirin.
Dosye bi rêya Wezareta Dadê radestî makamên dadî hat kirin.
Di belgeya FBIyê de hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji bersûcên "kuştina biqestî, êrişa zayendî, bêparkirina kesan ji azadiyê û tunekirin an veşartina delîlan" lêpirsînek daye destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di daxwaznameya alîkariya dadî ya ku ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatibû amadekirin de bi giştî 109 pirs ji bo Altaş hebûn.
“Wî ez bi kar anîm”
Beşa herî balkêş a lêpirsîna FBIyê ew kêlî bû ku ji Umut Altaş têkiliya wî û Mustafa Turkay Sonel hat pirsîn.
Altaş di destpêkê de ji bo Sonel got, "Wî ez bi kar anîm."
Dema ku xebatkarên FBIyê pirsî bê wî ew çawa bi kar aniye, Altaş îdia kir ku dibe ku Sonel bi mebesta "kuştina Gulistan Dokuyê û xistina sûc a li ser wî" ew bi kar anîbe.
Li ser vê yekê xebatkarên FBIyê rasterast jê pirsî, "Gelo tu bawer dikî ku Mustafa Turkay Sonel Gulistan Doku kuştiye?"
Altaş serê xwe hejand û bersiva "Belê" da. Li ser pirsa "Çima tu bi vê yekê bawer dikî?" wî got ku wî bi çavên xwe cînayet dîtiye.
"Gulistan Dokuyê got, `Min rihet berdin`"
Li gorî îdiaya ku Altaş ji FBIyê re vegotiye, bûyer 5ê Kanûna Paşîn a 2020î qewimiye.
Altaş îdia kir ku ew û Mustafa Turkay Sonel çûne wê herêma ku Gulistan Doku lê bûye, wan Doku li qiraxa pirê dîtiye û piştre Gulistan li otomobîla BMWyê siwar bûye.
Li gorî vegotina Altaş, Sonel di kursiyê şofêrtiyê de, ew bi xwe di kursiyê pêşiyê de û Gulistan Doku jî di kursiyê paşîn de bûye.
Altaş îdia kir ku di nava otomobîlê de Gulistan Dokuyê hişyarî daye wan û gotiye, "Min rihet berdin, hûn çima li pey min digerin?" û piştî nîqaşê dest bi qîrînê kiriye.
Paşê wî îdia kir ku Mustafa Turkay Sonel demançeyeke reş ji çavên otomobîlê (torpîdo) derxistiye û gule li Gulistan Dokuyê xistiye.
Wî her wiha got ku alaya Tirkiyeyê li ser çekê hebûye. Xebatkarên FBIyê ji Altaş pirsî bê gelo wî li Gulistanê nêriye an na. Altaş bersiva "Belê" da. Li ser pirsa "Gelo mirî bû?" jî wî got, "Belê."
"Me term xist bagajê"
Li gorî vegotina Altaş, bûyer bi vê yekê jî sînordar nemaye.
Altaş îdia kir ku yekser piştî guleberdanê ew qîriyaye û ji Mustafa Turkay Sonel pirsiye bê çima Gulistan kuştiye.
Wî îdia kir ku Sonel jê re gotiye bêdeng be û alîkariya wî bike da ku termî bixin bagajê.
Altaş got ku wî di destpêkê de ev yek red kiriye lê di dawiyê de wan bi hev re termê Gulistan Dokuyê xistiye bagaja BMWyê.
Di îfadeya Altaş a ji bo FBIyê de, derbarê parazvanê parêzgarê wê demê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu de jî îdiayên girîng cih girtin.
Altaş got ku piştî xistina term a nav bagajê, Mustafa Turkay Sonel bi telefonê Şukru Eroglu geriyaye.
"Bêdeng be, ji kesî re behs meke"
Wî got ku piştre Sonel û Eroglu nêzîkî 15-20 xulekan axivîne û ew ji vê axaftinê dûr hatiye girtin.
Li gorî Altaş, Mustafa Turkay Sonel jê re gotiye, "Bêdeng be, ji kesî re behsa vê meke."
Gava ku Altaş gotiye "Ev mesele wisa nayê girtin", wî îdia kir ku Sonel bersiv daye û gotiye, "Bavê min dê vî karî hal bike û ji holê rake."
Li gorî îdiaya Altaş, sibehê zû Mustafa Turkay Sonel careke din bi telefonê li wî geriyaye.
Altaş diyar kir ku wî ji Sonel pirsîye bê çi bûye, û bersiva ku wî wergirtiye ev bûye: "Xeman nexwe, me hal kir. Tenê ji ti kesî re tiştekî nebêje."
Altaş her wiha ji xebatkarên FBIyê re got ku wî paşê çarenivîsa termê Gulistan Dokuyê pirsiye û ji Sonel re gotiye, "Te li kû derê veşart?"
Ji bo term Rêya Pêrtagê nîşan da
Yek ji îdiayên nû yên herî girîng ên di belgeya FBIyê de cihê îhtimalî yê termê Gulistan Dokuyê ye.
Li gorî vegotina Altaş, Mustafa Turkay Sonel gotiye ku term bi qasî 15-20 xulekan ji cihê bûyerê dûrî aliyê Pêrtagê ye.
Altaş paşê ev dem wekî 30 xulekan sererast kir. Altaş daxuyand ku herêm rêyeke axê ye û wê demê rêyeke nû dihat çêkirin.
Wî îdia kir ku dibe ku term li derdora Rêya Pêrtagê, li qiraxa rêya nû hatibe veşartin.
Lê belê Altaş diyar kir ku ev ne tiştek e ku wî bi çavên xwe dîtiye, lê texmînek e ku dispêre agahiyên ku wî ji Sonel wergirtine.
Di lêpirsîna FBIyê de tomarên sînyalên telefonan (HTS) û amarên Pergala Naskirina Pelaqeyan (PTS) ên ku ji aliyê makamên Tirk ve hatibûn komkirin jî danîn ber Altaş.
Li gorî amarên di dosyeyê de, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î saet 22:09an, Umut Altaş li derdora rêya Sarisaltukê bû ku Gulistan Doku herî dawî li wir hatibû dîtin.
Hat diyarkirin ku Mustafa Turkay Sonel di navbera 22:08 û 22:37an de, û Şukru Eroglu jî saet 22:08an li heman herêmê bûne.
Li gorî amarên PTSyê, otomobîla BMW ya ku Mustafa Turkay Sonel diajot, saet 22:17an dema ku tenê Sonel di nav de bû ji Dêrsimê ber bi Xarpêtê ve çû.
Heman otomobîl saet 22:30î vegeriya Dêrsimê, wê demê Mustafa Turkay Sonel şofêrtî dikir û Umut Altaş jî di kursiyê pêşiyê yê rêwiyan de hat dîtin.
Bi heman otomobîlê vegeriyan
Dema ku ev tomar bi vegotina yekem a Umut Altaş re nakok derketin, ajanên FBIyê lêpirsîn kûr kir.
Di dawiyê de Altaş qebûl kir ku ew û Mustafa Turkay Sonel piştî bûyerê bi heman BMWyê vegeriyane herêma pirê.
Xebatkarên FBIyê jê pirsî, "Hûn çima bi wê otomobîla ku nû kesek tê de hatiye kuştin vedigerin pirê?"
Li gorî bersiva Altaş, Sonel gotiye, "Em dê herin wir da ku binêrin bê gelo ti kamera heye an na."
Altaş îdia kir ku dema ew vegeriyane pirê, Mustafa Turkay Sonel jê re gotiye ku ew kamera qeydan nagirin.
Altaş diyar kir ku ew nizane ew qeydên kamerayan ji aliyê kê ve û çawa hatine jêbirin.
Altaş her wiha îdia kir ku piştî kuştinê ew hatiye tehdîtkirin. Li gorî îfadeya wî, Mustafa Turkay Sonel jê re gotiye, "Tu hêza min dizanî, ez dikarim te û malbata te bikujim."
"Ji bo bêdengbûnê pere pêşniyarî min kirin"
Altaş her wiha îdia kir ku Sonel gotiye, "Wekî malbat em dewlet in, ew nikarin tiştekî bi me bikin."
Wî îdia kir ku ji bo ku ew bêdeng bimîne pere pêşniyarê wî hatine kirin, wî ev yek qebûl nekiriye lê Sonel pere xistiye nava cuzdanê wî.
Yek ji mijarên herî hestiyar ên dosyeyê jî ew îdia bûn ku digotin Gulistan Doku ducanî maye û ew neçarî jiberkirin hatiye kirin.
Di lêpirsîna FBIyê de Altaş got ku agahiya wî ya rasterast li ser vê mijarê nîne. Lê belê dema ku naveroka hevdîtina wî ya berê ya bi xwediyê kar ê kevn Rustem Keskîn re jê re hat xwendin, bipêşketineke girîng derket holê.
Di qeydan de derketibû holê ku Altaş ji Rustem Keskîn re gotiye, Mustafa Turkay Sonel jê re behs kiriye ku Gulistan Doku ducanî bûye, Sonel jê xwestiye zarok ji ber bike, Gulistan Dokuyê ev yek qebûl nekiriye û qîriyaye, li ser vê yekê Sonel guleyek berî serê wê daye û ew kuştiye.
Xebatkarên FBIyê pirsî bê gelo ev gotin yên wî ne an na. Altaş pêşî nexwest bersiv bide.
Piştre ji biryara xwe vegeriya û qebûl kir ku ev îfade yên wî ne. Lê belê yekser piştî wê îdia kir ku dibe ku wî li ser mijara ducanîbûn û jiberkirinê tenê texmînek kiribe û hinek hûrgiliyan nayîne bîra xwe.
Vîdeoya termê parçekirî ji wî re hatiye şandin
Sernavekî din ê balkêş ê di dosyeya FBIyê de, ew vîdeoya WhatsAppê bû ku Altaş qala wê ji kardêrê xwe yê kevn Rustem Keskîn re kiribû.
Li gorî girtînameya lêpirsînê, Altaş berê anîbû zimên ku Mustafa Turkay Sonel bi rêya WhatsAppê vîdeoyek jê re şandiye ku tenê carekê tê dîtin û wî di vîdeoyê de termekî parçekirî dîtiye.
Di lêpirsîna FBIyê de Altaş piştrast kir ku wî vîdeo wergirtiye û Mustafa Turkay Sonel ew ji wî re şandiye.
Wî diyar kir ku vîdeo çend çirkeyan dom kiriye û kesekî perçeyekî termekî di destê xwe de girtiye. Lê belê, wî îdia kir ku wî bi teqezî nas nekiriye bê gelo term ê Gulistan Dokuyê ye an na.
Dema ku xebatkarên FBIyê îfadeya wî ya kevn a ku tê de ji kardêrê xwe re gotibû kesa di vîdeoyê de Gulistan e bi bîra wî xist, Altaş qebûl kir ku ev gotin jî yên wî ne lê îdia kir ku wî dîmen bi zelalî nedîtiye.
Ji Altaş bi awayekî eşkere hat pirsîn, "Dema ku Gulistan Doku hat kuştin, gelo tu bi Mustafa Turkay Sonel û Gulistan Dokuyê re bûyî? Gelo tu bi xwe bûyî şahidê bûyerê?"
Bersiva Altaş di belgeya FBIyê de wiha derbas bû: "Ji hemûyan re belê."
Ajanên FBIyê paşê careke din pirsî bê gelo daxuyaniya wî ya ku dibêje ew di dema kuştinê de li cihê bûyerê bûye, tevî gotinên nakok ên di nava du rojên jêpirsînê de, hîn derbasdar e an na. Altaş piştrast kir ku ew li cihê bûyerê bû.
Bavê wî ew bêdeng kiriye
Yek ji delîlên balkêş ên dosyeyê jî peyama WhatsAppê ya di telefona bavê Umut Altaş, Celal Altaş de bû.
Di vekolîna telefonê de ya ji aliyê makamên lêpirsînê ve hatibû tespîtkirin ku Umut Altaş ji bavê xwe re peyama "Dev ji lîstikvaniyê berde. Yê ku ez bêdeng kirim tu bûyî" şandiye. Xebatkarên FBIyê ev peyam ji Umut Altaş pirsî.
Altaş qebûl kir ku wî ev peyam şandiye. Lê belê, wî zehmetî kişand di ravekirina sedema nivîsandina wê de û got ku ew nayê bîra wî.
Altaş pêşî got ku biryara çûyîna Amerîkayê fikira wî bi xwe bûye. Dema ku pirs hatin kûrkirin, wî bersiv da, "Ev fikra me hemûyan bû."
Altaş da zanîn ku ew 25ê Gulana 2022yan ji Stenbolê firiya Meksîkayê û piştre derbasî sînorê Amerîkayê bûye.
Wî diyar kir ku bi armanca derbasbûna sînor a neyasayî nêzîkî 10 hezar dolaran daye welatiyekî Meksîkayê.
Li gorî Altaş, ev pere li Dêrsimê rasterast ji aliyê bavê wî ve ji kesê têkildar re hatiye dayîn.
Sûcdarkirina parêzgarê wê demê
Bûyerên ku hatin îdiakirin beriya windabûna Gulistan Dokuyê qewimîne jî di rojeva lêpirsîna FBIyê de bûn.
Ji Altaş hat pirsîn ku li gorî xebata sînyalan a makamên Tirkiyeyê di 27ê Kanûna Pêşîn a 2019an saet di navbera 15:31 û 16:22an de ew û Gulistan Doku li derdora Navenda Ciwanan li heman cihî bûne.
Altaş got ku dibe ku ew, Mustafa Turkay Sonel û îhtimal e Gulistan li wê derê bûbin.
Wî anî zimên ku keçek dimeşiya, Sonel li pey wê çû, her du ketin avahiyê û piştî 15 xulekan vegeriyan.
Dema xebatkarên FBIyê pirsî bê gelo ev keç dibe ku Gulistan be, wî bersiva "Pêkan be" da.
Altaş îdiayên şahidê nihênî yên derbarê bikaranîna madeyên hişbir û êrişa zayendî ya li hemberî Gulistanê de ya li Navenda Ciwanan piştrast nekirin.
Di dawiya lêpirsîna du rojî de, xebatkarên FBIyê ji Umut Altaş pirsî bê gelo zanyariyên wî yên li ser Gulistan Dokuyê tenê ji van îbarete ne an na.
Altaş bersiva "Belê" da. Piştre wî îdia kir ku lêpirsîn bi dadperwerî nehatiye meşandin û wî parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel bi veşartina bûyerê û teslîmnekirina kurê wî ya ji bo edaletê sûcdar kir.



