Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên herêma Sachsen-Anhaltê ya Almanyayê hatin eşkerekirin û partiyên rastgir ên tundrew di hilbijartinan de bi ser ketin.
Li gorî encamên destpêkê, namzedê Kurd ê Mamed Mihemed ji bo parlamentoya herêma Sachsen-Anhaltê hatiye hilbijartin.
Encamên destpêkê yên hilbijartinê bi vî rengî ne:
Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD): ji sedî 44,5
Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU): ji sedî 18,5
Partiya Çep (Die Linke): ji sedî 9,5
Partiya Sosyal Demokrat (SPD): ji sedî 8
Partiya Keskan (Die Grune): ji sedî 9
Partiya Lîberal: ji sedî 2
Hevpeymaniya Sahra Wagenknechtê (BSW): ji sedî 4,5
Li Parlamentoya Herêma Sachsen Anhaltê 83 Kursî hene.
Li gorî encamên hilbijartinê kursiyên parlamentoyê bi dest xistine bi vî rengî ye:
AfD: 39 kursî
CDU: 16 kursî
Partiya Keskan: 8 kursî
Partiya Çep: 8 kursî
SPD: 7 kursî
BSW: 5 kursî
Ji bo ku partiyek piraniyê bi dest bixe pêwîstî bi 42 parlamenteran heye


