Hewlêr (Rûdaw) - Şivan Mihemedê 35 salî yê ji Silêmaniyê, ji bo jiyaneke baştir berê xwe dabû Ewropayê lê ev 2 sal in ti xeber ji wî nayên wergirtin.
Şivan herî dawî li ser sînorê Tirkiye û Bulgaristanê bûye.
Malbata wî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û alîkarî xwest.
"Gotibû ez dê 35 saetên din telefonî we bikim"
Xwişka Şivan a bi navê Nîna Mihemedê ji Rûdawê re axivî.
Wê diyar kir ku wan herî dawî 23yê Tîrmeha 2024an bi birayê xwe re axiviye û got:
"Wî ji me re got ku ew dê bi 12 hevalên xwe yên Kurd re derbasî Bulgaristanê bibe.
Gotibû, 'Ez dê 35 saetên din telefonî we bikim' lê ew telefon qet nehat."
Nîna Mihemedê anî zimên ku li gorî agahiyên hevalên wî, eger heye ku Şivan hatibe desteserkirin an jî dersînorkirin.
Wê dilgiraniya xwe wiha anî zimên:
"Em ditirsin ku miameleya sûcdaran an jî qaçaxçiyan bi birayê min bê kirin û ew di girtîgehê de be."
Di lingê wî yê çepê de şopên 12 dirûnan hene
Malbatê ji bo dîtina Şivan li Tirkiyeyê parêzerek girtiye.
Bavê wî bi xwe çûye herêmên sînorî lê hemû derî li rûyê wan hatine girtin.
Nîna Mihemedê xwest ku kesên wî nas dikin alîkariya wan bikin û nîşaneke birayê xwe eşkere kir:
"Di lingê Şivan ê çepê de ji zarokatiyê şopên 12 dirûnan hene. Tekane daxwaza me ew e ku em çarenivîsa wî hîn bibin."



