Hewlêr (Rûdaw) - Dmitry Peskov ragihand ku Rûsya hêvî dike ku hevdîtinên aştiyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê yên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bikin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di civîna çapemeniyê de daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio nirxand.
Marco Rubio gotibû ku ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan û gihîştina encameke ku ji bo her du aliyan bê qebûlkirin dibe ku nexşerêyek were amadekirin.
Ji meha Sibatê ve di navbera Rûsya û Ukraynayê de hevdîtineke rasterast a aştiyê nehatiye kirin.
Nûnerên Serokê Amerîkayê Donald Trump dawiya hefteyê ji bo destpêkirina hevdîtinan berê çûn Moskowê û paşê jî çûn Kîevê.
Peskov diyar kir ku ew dê hûrgiliyên peymaneke pêkan li pêşiya raya giştî nîqaş nekin û got ku ji bo destpêkirina hevdîtinan "vîneke siyasî ya piştrastkirî" heye.
Dmitry Peskov anî zimên:
"Em hêvî dikin ku ev hevdîtin di paşerojeke nêzîk de ji nû ve dest pê bikin û pêwendiyên me yên bi mixetabên me yên Amerîkî re berdewam dikin."
Bihevguhertina girtiyan di rojevê de ye
Peskov her wiha got ku mijara bihevguhertina girtiyan a di navbera Rûsya û Amerîkayê de, hevdîtinên serokên her du welatan jî di nav de, "xaleke berdewam a rojevê" ye.
Peskov da zanîn ku Rûsyayê meha borî bi xwesteka Trump welatiyê Amerîkayê Robert Gilman berdaye.
Wî diyar kir ku her du welatan di salên dawî de di demên cuda de girtî guhertine.
Yek ji bihevguhertina herî mezin a girtiyan a di navbera Rûsya û welatên Rojava de Tebaxa 2024an hatibû kirin.
Di çarçoveya bihevguhertinê de Rûsyayê 8 kes ji welatên Rojava wergirtibûn ku endamekî Saziya Ewlehiya Federal (FSB) ê ku li Almanyayê ji ber kuştinê ceza xwaribû jî di nav de bû.
Li hemberî vê yekê 16 kesên ku di girtîgehên Rûsya û Belarûsê de bûn hatibûn berdan.
Di nav kesên ku Rûsyayê berdabûn de ji bilî mixalifên navdar ên Rûs, Nûçegihanê Wall Street Journalê Evan Gershkovich jî di nav de 3 welatiyên Amerîkayê hebûn.
Di navbera xwestekên aliyan ên ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê de cudahiyên girîng hene.
Kîev xwestekên Moskowê yên ji bo vekişîna zêdetir red dike.



