Moskow (Rûdaw) – Li Moskowa paytexta Rûsyayê namzedên hilbijartinan propagandaya xwe dikin.
Namzedê ciwan ê Partiya Komunîst li kolanekê propagandaya xwe ya hilbijartinê dike.
Ji hilbijartinên giştî yên Rûsyayê re ji 10 rojan kêmtir dem maye.
Hilbijartin dê 3 rojan, ji 18 heta 20ê Îlonê berdewam bikin.
Namzedê ji bo Dumaya Moskowê yê ji Partiya Komunîst KPRFyê Daniil Rendakov got:
“Di van hilbijartinan de 2 hêzên sereke hene.
Yek jê partiya desthilatê Rûsyaya Yekgirtî ye, ya din jî partiya mixalefetê ya sereke Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê ye.
Vê gavê ji partiyên din hevrikên me nînin.
Bernameya partiya me hemû çînên civakê li xwe digire.
Hem welatiyên malnişîn, hem karker, ciwan û yên din.
Em her kesî hembêz dikin. Loma partiya me li benda encameke girîng e û li benda piştgiriyeke mezin a dengdêran e.”
Rûsyaya Yekgirtî li pêş e
Li gorî hinek rapirsiyan, partiya desthilatê Rûsyaya Yekgirtî bi piştgiriya ji sedî 36an li pêş e.
Piştî wê, bi piştgiriya ji sedî 10-11an Partiya Komunîst KPRF, Mirovên Nû û Lîberal Demokrat tên.
Rêjeya Rûsyaya Dadperwer jî di asta ji sedî 4an de xuya dike.
Olga Ivanovnaya malnişîn jî anî zimên:
“Ez jî mîna her welatiyekî li benda guherînên di warê civakî û siyasî de me da ku hemû pirsgirêk bên çareserkirin û em bi ser bikevin.”
Li gorî texmînên din, piştgiriya Partiya Komunîst KPRFyê nêzîkî ji sedî 15an e.
Ji ber ku li Rûsyayê kampanyayên hilbijartinê bi piranî bêyî mîtîngên qerebalix derbas dibin, namzedê KPRFyê biryar daye ku bernameya xwe rasterast li kargehê ji karkeran re vebêje û piştgiriyê ji wan bixwaze.
Serokê beşa hilberînê ya Kargeha Gagarinê Leonîd Bortnîkov diyar kir:
“Em şirketeke hilberîner in. Em dixwazin bipêşketineke biîstîqrar bibînin.
Ji bo vê jî divê berjewendiyên me bi awayekî pêbawer werin parastin.
Loma hêviya me ew e ku parlamentoya nû hewl bide berjewendiyên hilberînerên welatê me biparêze.”
Karker Maksîm Maksîmîv jî got:
“Ez nizanim ka ez dê biçim dengdanê an na.
Min hîn tiştek jê fêm nekiriye. Dibe ku ez hinekî li ser bifikirim û biçim dengdanê jî.
Lê ez rêzê li wan kesan digirim ku serdana me dikin û bi xelkê re dan û standinê dikin.
Bê guman, ev yek ji rûniştin û tişteknekirinê baştir e.”
2 Kurd jî namzed in
Di van hilbijartinan de welatiyên Rûsyayê dê 450 parlamenterên Dûmaya Dewletê, 11 parêzgarên herêman, parlamenterên 39 meclisên herêman û nûnerên encumenê yên 10 paytextên herêmî hilbijêrin.
Ji bo hilbijartinên Dumaya Dewletê 2 namzedên Kurd jî beşdar in.
Zelîmxan Mutsoevê ku ji sala 1996an ve 6 caran li pey hev hatiye hilbijartin û Yuriy Nabiyevê ku cara yekem ji Moskowê ji Partiya Rûsyaya Dadperwer namzed e.




