Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Birêvebir a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di biryareke dîplomatîk de ji ber "pêbendnebûna" Îranê ya bi dosyeya xwe ya atomê, şandina dosyeya wê ya ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pesend kir.
Armanca sereke ya vê biryarê ew e ku zexteke zêdetir li Îranê were kirin.
Li gorî agahiyên 2 dîplomatan ên ji bo AFPyê pêşnûmeya biryarê bi 23 dengên erê, 3 dengên na û 8 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Ji nav beşdaran Rûsya, Çîn û Nîjerê dengê dijber û neyînî da.
Li hemberî vê biryarê, Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Rêxistinên Navneteweyî ya li Viyanayê daxuyaniyeke tund belav kir.
Nûnertiyê destnîşan kir ku ev gav siyasî ye û dibe sedema lawazbûn û hilweşîna temam a sîstema rêlibergirtina belavbûna çekên atomê.
Nûnertiya Îranê ragihand ku rewşa niha encama rasterast a "êriş û destdirêjiyên tawanbarî yên rejîma Amerîka û Îsraîlê ye."
Tehranê diyar kir ku armanca birêvebiriya Amerîkayê ya ji bo mecbûrkirina Îranê ya bi teslîmbûnê û birîna petrola wê ti carî bi cih nayê.
Her wiha da zanîn ku bikaranîna hêz û şer ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê ve di van du salên borî de nebûye sedema pêkanîna vê armanca Washingtonê.
"Amerîkayê baregehên atomê bombebaran kirin"
Nûnertiya Îranê dibêje ku Washington û hevpeymanên wê nikarin bi rêya pesendkirina "biryareke alîgir" a li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê têkçûnên xwe veşêrin.
Tehranê da zanîn ku berê di van biryaran de behsa "çareseriya dîplomatîk" dihat kirin lê Amerîkayê rasterast serî li hêzê da û baregehên atomê yên aştîxwaz bombebaran kirin.
Her wiha Îranê amaje bi binpêkirina yasayên navneteweyî, hiqûqa mirovî û Peymana Neteweyên Yekbûyî kir ku bûye sedema kuştina bi hezaran sivîlan, di nav wan de 168 zarokên li dibistaneke seretayî û mêvanên ahengeke dawetê.



