Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Çînê ragihand ku li parêzgeha Jiangxiyê ya li rojhilatê welêt ji ber barana zêde hezaz û herikîna heriyê çêbûye û herî kêm 16 kes mirine.
Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê li ser zarê rayedarên cihî ragihand ku ev felaket li navçeya Suichuanê qewimiye.
Ev bûyer yek ji zincîra karesatên bi vî rengî ye ku mehên dawî li herêmê rû didin.
Barana dijwar a ku çend rojan li pey hev bariya, li herêmê bû sedema gelek xisar û rûdanên erdnîgarî.
Rayedaran da zanîn ku heta nîvroya roja çarşemê bêhtirî 18 hezar şêniyên navçeyê veguhastine cihên ewle.



