Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê ragihand ku di nîvê yekem ê îsal de daxwazên mafê penaberiyê yên li welatên Ewropayê daketine asta herî kêm a 5 salên borî.
Ajansê sedema wê yekê jî bi tundkirina siyasetên koçberiyê û kêmbûna berbiçav a penaberên ji Sûriyeyê ve girê da.
Li gorî rapora ajansê di navbera mehên Kanûna Paşîn û Hezîrana 2026an de 332 hezar daxwazên penaberiyê gihîştine welatên Yekîtiya Ewropayê, Norwec û Swîsreyê.
Ev jî li gorî heman dema sala borî ji sedî 17 kêmtir e ku ji sala 2021ê û vir ve ji bo nîvê yekem ê salê hejmara herî kêm a tomarkirî ye.
Sedema kêmbûna penaberan çi ye?
Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê sedema vê daketinê bi qonaxa derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê ve girêdaye ku bûye sedema kêmbûneke berbiçav a di hejmara daxwazên welatiyên wî welatî de.
Her wiha amaje bi hewlên Brukselê kiriye ji bo bihêzkirina hevkariya bi welatên çavkanî û transîtê re, bi taybetî peymanên wê yên nû yên bi welatên Bakurê Afrîkayê yên wekî Tûnis û Morîtanyayê re bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyên darayî û veberhênanê di ber rêlibergirtina koça neyasayî de.
Li aliyê din, berovajî tirsa welatên Ewropayê, şer û aloziyên leşkerî yên li herêma Rojhilata Navîn nebûne sedema pêleke nû û mezin a penaberan a ber bi welatên Ewropayê ve.
Efxan di rêza yekem de ne
Li gorî amarên fermî, welatiyên Efxanistanê bi tomarkirina 39 hezar daxwazan di rêza yekem a daxwazkarên mafê parastina navneteweyî ya li Ewropayê de ne û piştî wan jî welatiyên Venezuelayê û Bangladeşê tên.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji sêyeka wan daxwazên ku di 6 mehên ewil ên îsal de hatine gotûbêjkirin kêmtirî wan hatine pesendkirin.
Her wiha li gorî wan rêzikên nû yên ku ji meha Hezîranê ve ketine warê bicihanînê, ew penaberên ku ji wan welatan hatine ku rêjeya pesendkirina daxwazên wan di bin ji sedî 20î de ye yan jî Yekîtiya Ewropayê welatê wan wekî welatekî "aram" dabeş kiriye, bi rêkarên bilez re derbas dibin û di egera redkirina wan de yekser tên dersînorkirin.
Ev merc bi ser ji sedî 56ê daxwazkarên nîvê ewil ê îsal de hatine bicihanîn.
Di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de, Fransa bi wergirtina 69 hezar daxwazan di rêza yekem de ye, piştî wê jî Îtalya bi 66 hezar daxwazan tê. Spanya û Almanyayê jî her yekê 55 hezar daxwaz wergirtine.
Di heman demê de, li gorî hejmara nifûsa wê ku nêzîkî 10,3 milyon kes e, Yunanistan bi wergirtina 23 hezar daxwazên di nîvê ewil ê îsal de, di tomarkirina zêdetirîn daxwazên penaberiyê de li ser asta takekesî di pêşengiya welatên Ewropayê de ye.



