Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bukavuyê yê parêzgeha Kivûya Başûr a li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê, di şewata ku ji xaniyekî dest pê kir û derbasî 2 dibistanan bû de hejmara xwendekarên mirî derket 29an.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, li Taxa Cimpundayê ya navçeya Kadutuyê ya Bukavuyê agir bi xaniyekî ketiye.
Agir di demeke kin de derbasî dibistanên seretayî yên Ujamaa û Furahayê bûye.
Hat ragihandin ku di vê şewatê de heta niha 29 xwendekar mirine.
Her wiha 25 xwendekar birîndar bûne ku birînên 4an ji wan giran in.
Her du dibistanên ku bi dar û textikan hatibûn avakirin bi temamî şewitîne.
Her wiha herî kêm 300 xaniyên li derdorê jî şewitîne û zerereke mezin dîtiye.
Tîmên agirvemirandinê agir xist bin kontrolê.
Li ser sedema derketina şewatê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.



