New York( Rûdaw) - Li devera ku bi rengê "Ground Zero" tê binavkirin beriya 25 salan êrişên 11ê Îlonê qewimîn.
Lê îro ev der bûye bîrgehek û balyozên 15 welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li vê derê civiyane.
Ew vê hefteyê li ser vexwendina Balyozê Amerîkayê çûn vê bîrgehê ku ji bo bîranîna êrişên 11ê Îlonê hatiye çêkirin.
"Metirsî aloztir û piralîtir bûye"
Çend metreyan dûrî vê bîrgehê, pispor û rayedar li hev civiyan da ku asta gefên terorê yên îro yên li ser Amerîkayê binirxînin.
Yek ji wan kesên ku di konferansa Navenda Soufanê de axivî, nivîskarê rapora îsal a Endeksa Terorê ya Cîhanî ye.
Di raporê de tê gotin ku par li seranserê cîhanê êrişên terorê kêm bûne lê nivîskarê raporê diyar dike ku ev amar tenê têra fêmkirina qebareya gefan nakin.
Nivîskarê Endeksa Terorê ya Cîhanî Nicolas Stockhammer li ser mijarê got:
"Bi giştî metirsî aloztir, piralîtir û ji gelek aliyan ve girantir bûne. Teror bûye diyardeyeke serhêl û dîjîtal.
Tundrewî, tevlîkirin û bangeşe; hemû li ser înternetê rû didin. Plana çalakiyan jî li ser înternetê tê amadekirin."
"Amerîka ne di nav ewlehiyeke baştir de ye"
Christopher Costayê ku di îdareya berê ya Trump de berpirsekî payebilind ê dijî terorê bû, niha birêvebirê Muzexaneya Navneteweyî ya Sîxuriyê ye li Washingtonê.
Costa diyar kir ku Amerîka îro li gorî 25 sal berê di bin gefeke aloztir de ye û anî zimên:
"Ez bawer nakim ku em îro parastîtir bin. Bi dîtina min metirsî niha piralî ye."
Costa li ser kêmbûna baweriya hevalbendan a bi Washingtonê jî got ku ev rewşeke demkî ye û pê de çû:
"Baweriya min heye ku îdareyên paşerojê dê pêşengiyan hevseng bikin, ferq nake çi Komarparêz bin çi jî Demokrat bin. Ne tenê li gorî rûdanên niha, her wiha li gorî tiştên ku îro, sibe û di paşerojeke nêzîk de diqewimin.
Gelek tişt hene ku bên nirxandin û endamên Kongreya Amerîkayê jî li van dinêrin."
Vekişîna ji Herêma Kurdistanê
Beriya 25 salan li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî du biryarên bi hejmarên 1368 û 1373yan derketin ku bûn bingeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî Terorê.
Di dawiya vê mehê de, ew hevpeymaniya cîhanî ya ku Washingtonê piştî 11ê Îlonê ava kiribû lawaztir dibe çimkî ew ji Herêma Kurdistanê vedikişe.


