Dusseldorf (Rûdaw) - Namzedekî Kurd ê Partiya Keskan a Swêdê Şiwan Kerîm ji bo hilbijartinên parlamentoyê da zanîn ku ew ji bo bidestxistina kursiyekî parlamentoyê dixebite.
Şiwan Kerîmê her wiha got: "Projeyeke min heye ku tecrubeya parastina jîngehê ya Swêdê veguhêzim Kurdistanê."
Şiwan Kerîmê ku berê li Parêzgeha Stockholmê di beşa Kontrola Kalîteya Xwarinê de xebitiye, bi hejmara 26an li herêma Stockholmê namzed e.
Şiwan Kerîm di bernameya Diasporayê ya Rûdawê de behsa sedemên namzedbûna xwe û bernameya Partiya Keskan kir.
"Guherîna avhewayê paşeroja me dixe metirsiyê"
Şiwan Kerîm li ser girîngiya mijara jîngehê ya di bin siya pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Ewropayê de wiha axivî:
"Rast e şerê li Ukraynayê rojeva germ e lê guherîna avhewayê û jîngehê pirsgirêkeke bingehîn e û bandorê li îro û paşeroja me dike.
Dibe ku şer rojekê bisekine lê eger em îro rûbirûyî guherîna avhewayê nebin, dê paşeroja me bikeve metirsiyê."
"Ez dixwazim bibim neynika dengê wan"
Şiwan Kerîm li ser pirsa "Gelo çima divê Kurdên li Swêdê dengê xwe bidin te?" got:
"Min ji sifirê dest pê kiriye û ez êş û pirsgirêkên diyasporayê baş fêm dikim.
Min xwendina xwe qedandiye û di saziyên fermî de xebitîme.
Ez dixwazim di navendên biryardanê de bibim neynika dengê wan."
Şiwan Kerîm li ser helwesta Partiya Keskan a li hemberî doza gelê Kurd jî destnîşan kir ku partiya wan her tim piştgirî daye mafên gelê Kurd û li pey çû:
"Partiya Keskan piştgiriya xwe ji bo mafê çarenivîsa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê aniye zimên."
Şiwan Kerîm li ser plana xwe ya ji bo Başûrê Kurdistanê ya di dema serkeftinê de ragihand:
"Projeyeke min di bin navê 'Ji daristanên Swêdê heta çiyayên Kurdistanê' de heye.
Ev projeyeke zanistî û akademîk e ku ji bo bipêşxistin û parastina jîngeha Kurdistanê hatiye amadekirin."


