Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî yên herî nû yên Daîreya Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF), hejmara serlêdanên nû yên penaberiyê yên li Almanyayê bi awayekî berbiçav kêm bûye.
BAMFê her wiha da zanîn ku di heman demê de rêjeya qebûlkirina daxwazan zêde bûye.
Li gorî amarên daîreyê yên ku roja yekşemê 13ê Îlona 2026an hatin belavkirin, di nîvê yekem ê 2026an de li Almanyayê 39 hezar û 646 kesan cara yekem daxwaza mafê penaberiyê pêşkêş kiriye.
Ev hejmar daketineke berbiçav nîşan dide lewra di heman heyama sala borî de 72 hezar û 818 daxwaz hatibûn tomarkirin.
Rêjeya qebûlkirinê zêde bûye
Berevajî kêmbûna hejmara giştî ya serlêdanan, ji sedî 47,4ê daxwazên nîvê yekem ê îsal hatine qebûlkirin.
Rêjeya qebûlkirinê di tevahiya sala 2025an de ji sedî 37,5 bû.
Di vê heyamê de malbatên ku serlêdana penaberiyê kiribû bêtir bi ser ketine û wan ji sedî 45,6ê biryarên erênî wergirtine.
Rewşa penaberên Efxanistanê
Efxanistan ji aliyê hejmara serlêderan ve welatê sereke ye û rêjeya qebûlkirina daxwazên welatiyên vî welatî di nîvê yekem ê salê de gihîştiye ji sedî 89,3yan.
Her wiha di vê heyamê de ji bo ji sedî 95ê dosyeyên jinên Efxan biryara erênî ya parastin û mafê penaberiyê hatiye dayîn.
Biryara Dadgeha Dadweriyê ya Ewropayê
Ev bipêşketin vedigere ser biryara Dadgeha Dadweriyê ya Yekîtiya Ewropayê ya sala 2024an.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku jinên Efxan bi giştî hêjayî mafê parastinê ne çimkî ew di bin desthilata rejîma Talîbanê de ji ber zayenda xwe rûbirûyî metirsiya çewisandin û zilmê dibin.



