Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên giştî yên li Swêdê, bloka çep a mixalefetê piraniya dengan bi dest xist.
Tê çaverêkirin ku bloka çep hikûmeta nû ava bike.
Partiya rastgir a tundrew Demokratên Swêdê jî gelek deng ji dest dan û daket rêza sêyemîn.
Îro piştî ku sindoq hatin girtin televizyonên fermî yên Swêdê SVT û TV4ê encamên destpêkê eşkere kirin.
Li gorî encamên SVTyê, partiyên mixalefetê li parlamentoyê 183 kursî bi dest xistin.
Partiyên ku hikûmeta niha pêk tînin û Demokratên Swêdê jî bi giştî 166 kursî bi dest xistin.
Encamên her du kenalan nîşan didin ku bloka çep nêzîkî ji sedî 51,3yê dengan standiye.
Bloka rast a desthilatdar jî di navbera ji sedî 46,8 û 47an de deng standine.
Ev tablo îhtimala guhertina hikûmetê ya li Swêdê bihêztir dike.
Rêjeya dengên partiyan
Li gorî encamên destpêkê yên SVTyê rêjeya dengên partiyan bi vî rengî ye:
• Partiya Sosyal Demokrat: Ji sedî 28,4
• Partiya Mihafezekar a Nerm: Ji sedî 18,1
• Demokratên Swêdê: Ji sedî 17,2
• Partiya Çep: Ji sedî 8
• Partiya Navend: Ji sedî 7,5
• Partiya Keskan: Ji sedî 7,4
• Demokratên Xiristiyan: Ji sedî 6,1
• Lîberal: Ji sedî 5,4
Yek ji encamên balkêş ên hilbijartinê ew e ku Demokratên Swêdê dengên xwe ji dest dan û daketin rêza sêyemîn.
Ew partî, li pey Partiya Mihafezekar a Nerm a bi serokatiya Serokwezîrê niha Ulf Kristersson di rêza sêyemîn de cih girt.
Partî di çarçoveya pergala siyasî û tifaqên hilbijartinê yên li Swêdê de di du blokên sereke de kom dibin ku ew jî bloka rast û bloka çep in.
Bloka rast: Desthilata niha
Bloka rast a niha ji 4 partiyan pêk tê. Sê ji van partiyan hikûmeta niha pêk tînin.
Partiya çaremîn jî li derveyî parlamentoyê piştgiriyê dide hikûmetê û beşdarî dabînkirina piraniyê dibe:
• Partiya Mihafezekar a Nerm: Partiya Serokwezîrê niha Ulf Kristersson e. Ew serkêşiya bloka rast dike û serokwezîrtiya hikûmetê bi rê ve dibe.
• Demokratên Xiristiyan: Partiyeke rastgir û mihafezekar e û di hikûmeta niha de cih digire.
• Lîberal: Partiyeke rast a navendî ye û şirîkê hikûmeta niha ye.
• Demokratên Swêdê: Partiyeke rastgir e û wekî rastgiriya tundrew tê pênasekirin. Di hikûmeta niha de cih nagire lê li parlamentoyê piştgiriyê dide hikûmeta Kristersson.
Bloka çep: Mixalefet
Bloka çep ji 4 partiyên ku dixwazin hikûmeteke nû ava bikin pêk tê. Magdalena Anderssona ku berê Serokwezîra Swêdê bû, serkêşiya blokê dike:
• Partiya Sosyal Demokrat: Partiya herî mezin a Swêdê ye û serkêşa bloka çep e. Vê partiyê berê jî welat bi rê ve dibir.
• Partiya Çep: Partiyeke çep a sosyalîst e û yek ji pêkhateyên bingehîn ên bloka çep e.
• Partiya Keskan: Partiyeke li ser xeta çep e. Ew bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên ji bo parastina jîngeh û avhewayê derdikeve pêş.
• Partiya Navend: Ji aliyê îdeolojîk ve di navendê de cih digire. Di salên dawî de ji bo ku rê li ber bihêzbûna rastgiriya tundrew bigire bi bloka çep re tevdigerin.
Li Swêdê zêdetirî 8 milyon hilbijêrên tomarkirî di hilbijartinên giştî de dengê xwe da.
Dengderan ji bilî Parlamentoya Swêdê (Riksdag) ya 349 kursiyî, ji bo 21 meclisên herêmî û 290 meclisên şaredariyan jî dengê xwe da.



