Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê li Parîsê ragihand, armanca ziayreta şandeya bilind a hikûmeta Îraqê ya Fransayê çalakkirina dosyeya aborî ye.
Her wiha armanceke din a ziyaretê, berfirehkirina kar û çalakiyên şirketên Fransî yên di sektora petrol û gazê û warên din de ye.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Ebadî, li Parîsa paytexta Fransayê daxuyaniyek da.
Basim Ebadî ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî û got:
"Ev serdan ji bo Îraqê gelekî girîng e. Di navbera her du hikûmetan de hevahengiyeke baş heye."
Wezîrê Îraqî da zanîn ku ev hevahengî bi taybetî di dosyeya enerjiyê ya girêdayî petrol, gaz û elektrîkê de di asteke baş de ye û ji xeynî wan sektorên perwerde û darayiyê jî li nav hevahengiyê ne.
Rola şirketên Fransî
Wezîrê Petrolê yê Îraqê bal kişand ser rola şirketên Fransayê û got:
"Şirketên Fransayê li Îraqê dixebitin, di serî de jî şirketa Totalê. Em hewl didin ji bo berjewendî û sûda hevbeş a her du welatan, wê qadê zêdetir berfireh bikin."
Basim Mihemed her wiha ragihand ku Fransa bi dehan sal in dosteke kevn a Îraqê ye û piştgiriyê dide gelê Îraqê, loma ev serdan dê ji bo bipêşketina pêwendiyên aborî bibe xaleke werçerxanê.
“Em deriyên nû yên hilberînê vedikin”
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî bi serokatiya şandeyeke bilind îşev gihişt Parîsê.
Elî Zeydî dê piştî hevdîtinên xwe biçe Berlînê jî.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro vîdeoyeke Elî Zeydî belav kir.
Elî Zeydî di axaftina xwe de ragihand ku ew bi serokatiya şandeyeke bilind a hikûmetê Fransa û Almanyayê ziyaret dike û got:
"Pêwîst e Îraq li ser asta navneteweyî pêgeha xwe bi dest bixe. Divê pêwendiyên xwe li ser bingeha berjewendiyên hevbeş ji nû ve ava bike."
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku ew dê bi Parîsê re deriyên nû yên hevkarî û hilberînê vekin.
Elî Zeydî li ser Almanyayê jî anî zimên ku ew ji bo avakirina hevkariyê dixebitin.
Zeydî got ku ew dê di warên teknolojî, pîşesazî û zanistê de şirîkatiyekê ava bikin ku xizmeta bipêşketina her du welatan bike.
Serokwezîrê Îraqê qala wê yekê jî kir ku welatê wî niha bi baweriyeke mezin li cîhanê dinêre.
Zeydî da zanîn ku ew hewl didin şiyanên xwe bikin hêzeke aborî û herêmî ya bibandor li navçeyê û cîhanê.



