کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: Ajans

Donald Trump / Wêne: Ajans

Cîhan

Trump: Îran dixwaze bi lez peymanekê îmze bike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

14-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran14-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran dixwaze bi lez peymanekê îmze bike.

Trump her wiha diyar kir ku ew biryarê dide ka dê Amerîka beşdarî wê peymanê bibe yan na.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser Truth Socialê daxuyaniyek da û got:

"Welatê têkçûyî yê Îranê dixwaze bi lez û bi kelecaneke mezin peymanekê bike.

Ez biryarê didim ka dê Amerîka beşdar bibe yan na lê em ji bo vê ramanê vekirî ne."

Civîna li ser Tengava Hurmizê hat paşxistin

Divê were gotin ku aloziyên li Rojhilata Navîn didomin.

Her wiha, Umanê 13ê Îlona 2026an ragihand ku civîna di navbera Îran û welatên Kendavê de hatiye paşxistin.

Ev civîn li ser paşeroja Tengava Hurmizê bû û dihat gotin ku dê roja duşemê bê lidarxistin.

Ajansa Nûçeyan a Umanê ragihand ku civîna li bajarê Selaleyê hatiye paşxistin.

Li gorî nûçeyê armanca paşxistinê ew e ku zemînek ji bo diyalogeke avaker were çêkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê berê ragihandibû ku dê Uman mazûvaniya civînekê bike.

Ew civîn ji bo gotûbêjkirina paşeroja tengavê ye ku ji bo veguhastina petrol û gaza cîhanê gelekî girîng e.

Bihayê petrolê 100 dolar desbar kir

Li hêla din, Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:

"Em rijd in ku em wê diyalogê bi pêş bixin ku beşdarî aramî û hevkariya domdar a li herêma me dibe."

Uman û Îran ev çend hefte ne li ser çawaniya îdarekirina vê xeta avê ya girîng gotûbêjan dikin.

Amerîkayê û Îsraîlê 28ê Sibata borî êrişî Îranê kir û şerekî berfirehtir li herêmê derket.

Piştî vê yekê Tengava Hurmizê rû bi rûyî dorpêça Îranê û piştre jî ya Amerîkayê bû.

Şerê Rojhilata Navîn zêdetirî 6 mehan e didome û vê dorpêçê bihayê petrolê bilind kiriye.

Bihayê bermîla petrolê vê hefteyê 100 dolarî derbas kir.

Pirsên