کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Merasîma îmzeyê / Wêne: Rûdw

Merasîma îmzeyê / Wêne: Rûdw

Cîhan

Efserekî Kurd li Fransayê peymana parastinê ya Îraqê îmze kir

RÛDAW

RÛDAW

15-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW15-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Îraq û Fransa li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û dariştina nexşerêyeke stratejîk a ji bo kirîna çekên bipêşketî ji şirketên Fransî li hev kir û efserekî Kurd peymana parastinê îmze kir.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Îraqê li Parîsê li ser navê Îraqê peyman îmze kir.

Ew efserekî pilebilind ê Kurd e û di nav hikûmeta federal de bi pileya Ferîqê Endezyar kar dike.

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî doh  li Koşka Elyseeyê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Di civînê de her du aliyan li ser bipêşxistina şiyana leşkerî ya hêzên Îraqê û parastina serwerî û sînorên welêt gotûbêj kir.

Peymana bi şirketa Harmattan AIyê re

Yek ji encamên herî diyar ên lihevtêgihiştina parastinê ya di navbera her du welatan de îmzekirina peymanekê bû.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Şivan Rewandizî bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Fransayê, li ser navê wezaretê peymaneke hevkariya leşkerî bi şirketa Fransî Harmattan AIyê re îmze kir.

Ev peymana ku Şivan Rewandizî îmze kiriye taybet e bi kirîn û bipêşxistina "pergala parastina asmanî ya xweser û zîrek".

Ev yek wekî gaveke girîng tê dîtin da ku şiyanên Îraqê yên di rûbirûbûna gefên asmanî de bi hêztir bibin û pişta xwe bi teknolojiya pêşketî ya leşkerî girê bide.

Nexşerêya stratejîk a nû

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di peymanê de Bexda û Parîsê nexşerêyeke stratejîk pejirandiye.

Bi vî awayî dê di qonaxa pêşiya me de pêwîstiyên leşkerî û kirîna çekan a artêşa Îraqê bi rêya şirketên leşkerî yên Fransî werin dabînkirin.

Serokwezîrê Îraqê piştgiriya xwe ya ji bo berdewamiya guftûgoyên di navbera Wezareta Parastinê ya Îraqê û şirketên Fransî de ducare kir.

Ev guftûgo li ser çend warên girîng ên wekî "pergalên topavêj ên bipêşketî, pergalên rûbirûbûn û têkbirina dron, pergalên parastina asmanî û çavdêriya radarê û parastina di dema tevgera asmanî de" bûn.

Ewlehiya Tengava Hurmizê

Di beşeke din a peymana li Parîsê de, Îraq û Fransayê tekezî li ser rêzgirtina serweriya welatan û destwernedana kar û barên navxweyî kir da ku aloziyên Rojhilata Navîn kêm bibin.

Her wiha her du aliyan piştgiriya xwe ji bo parastina ewlehiya deryayî û azadiya keştiyê ya li Tengava Hurmizê li gorî qanûnên navneteweyî anî zimên.

Pirsên