Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li sînorê Îran û Efxanistanê di nav de zarokên biçûk jî hene herî kêm 17 koçberên Efxan ji tîna mirin.
Li gorî nûçeya saziya mafên mirovan a bi navê Haalvshê, koçberan 10ê Îlonê li herêma Mak Suhteyê ya navçeya Serawanê ya li ser xeta sînor ji tîna mirine.
Piştî ku term hatin dîtin, ji ber ku cih di morga Serawanê nebû term veguhastin bajarê Xaşê.
5 kes ji heman malbatê mirin
Li gorî nûçeya MepaNewsê, di nav kesên mirî de 5 kesên ji malbateke parêzgeha Bexlanê ya Efxanistanê jî hene.
Hat diyarkirin ku ew kes dayîkeke 45 salî û çar keçên wê ne ku 22, 18, 16 û 14 salî ne.
Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku di nav kesên mirî de herî kêm 6 zarokên di bin 14 saliyê re hene.
Av xilas bû, jin û zarok ketin erdê
Şahidên bûyerê û xizmên koçberan anî zimên ku li ser rêya derbasbûnê ava wan qediyaye û piştî vê yekê hinek jin û zarok ji ber tîna li nêzîkî hevdû ketine erdê û mirine.
Malbatên ku bi bûyerê hesiyan, tenê beşek ji terman ji herêmê derxistin û veguhastin.
Ji ber nebûna derfetên lojîstîkê, termên din hîn jî li cihê bûyerê mane û nehatine rakirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, tevî ku çar roj di ser bûyerê re derbas bûne jî xizmên wan di veguhastin û veşartina terman de hîn jî zehmetiyan dikişînin.
Li sînor gelek caran bûyerên mirinê çêdibin
Tê zanîn ku koçberên Efxan ên li Îranê demeke dirêj e di bin şert û mercên giran de dijîn.
Berê jî hatibû tomarkirin ku li nav Îranê û li ser xeta sînor gelek koçberên Efxan mirine.


