Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê
Donald Trump sêşema pêşiya meli New Yorkê bi serkirdeyên welatên Kendavê re
bicive.
Ev civîn dê di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî
de pêk were.
Malpera nûçeyan a Axiosê li ser zarê sê çavkaniyên agahdar
ragihand ku Trump û serkirdeyên Kendavê dê gavên bê yên şerê bi Îranê re
gotûbêj bikin.
Plana piştî şer
Axiosê diyar kir ku tê pêşbînîkirin civîn bi giranî bala xwe
bide ramanên Amerîkayê yên ji bo stratejiya piştî şer.
Li gorî nûçeyê, hikûmeta Trump li ser planeke berfirehtir a
"roja piştî şer" dixebite.
Tê çaverêkirin ku ev plan piştî hilbijartinên navîn ên
Amerîkayê yên meha Çiriya Paşîn bi dawî bibe.
Li gorî nûçeyê, tê çaverêkirin ku serkirde yan jî wezîrên
karên derve yên welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê beşdarî civînê bibin.
Ev welat Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Behreyn, Kuweyt û
Uman in.
Her wiha hat diyarkirin, dibe ku civîn berfireh bibe û
serkirdeyên din ên Ereb û Misilman jî beşdar bibin.
Axiosê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê çarşemê
vexwendinên destpêkê şandine.
Netanyahu jî dixwaze
Li gorî nûçeyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî
dixwaze li New Yorkê bi Trump re bicive.
Lê belê heta niha ti civîn nehatiye plankirin.



